Kongreya Star banga rizgarkirina Efrînê kir

Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star a Kantona Efrînê bang li hemû cîhanê û rêxistinên mafparêz û mirovahiyê kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê rabin ser pêyan û nirxên mirovahiyê li herêmê biparêzin.

Kongreya Star banga rizgarkirina Efrînê kir
10 ÇILE, 2019   14:01

ŞEHBA

Bi rasthatina salvagera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser kantona Efrînê, Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star a Kantona Efrînê daxuyaniyek ji raya giştî re da. Daxuyanî li Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê hate dayîn.

Bi dehan jin ji bo xwendina daxuyaniyê amade bûn. Alên Kongreya Star û pankartên li ser nivîsa "Em ê bi îradeya jinên azad dijmin bişikînin, me soz daye em ê rêjîma Îmraliyê hilweşînin û azad bi serok Ocalan re bijîn" û wêneyên zarok û jinên Efrînê ku di bombebarana dagirkeriya Tirkiyê de şehîd bûbûn, hildan.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star a Kantona Efrînê, êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê li ser Efrînê şermezar dikin.

Balafirên dagirkeriya Tirkiyê bajarok, gund û kampên koçberan bombebaran kirin, bi tank û balafirên şer bi şev û roj şênî kirin hedefa xwe, cihên dîrokî xerab kirin. Dixwestin bi wê yekê îradeya gelan bişikînin û serdema Osmaniyan li herêmê vejînin û cihên dîrokî, dîroka jinan û çand, edalet û wekheviyê tune bikin.

Şêniyên Efrînê gelek zilm ji destê dagirkeriya Tirkiyê dît, bi taybet jin û zarok, êşên mezin ji bombebarana dagirkeran dîtin.

Lê jin bê hêz neman û neşikestin, berovajî wê, jinan di hemû aliyên siyasî, leşkerî, dîplomatîk de li ber xwe da û destkeftiyên leheng ku jinên Efrînê di kesayeta her du şehîdan Avesta Xabûr û Barîn Kobanê li ber xwe da, wan dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wan şikand, bi şehadeta wan besma xwe li dîroka jinên Kurd xistin. 

Kanî dengê civakên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ku bi banga demokrasiyê dikin, kanî dengê wan li hember komkujiyên ku pêkhatin û pêk tên?

Bi navê Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star a Efrînê, em bang li jinên cîhanê û rêxistinên mafparêz dikin ku ji bo rizgarkirina Efrînê rabin ser pêyan û nirxên mirovahiyê biparêzin.

Bes e kuştina jinan û zarokan, bes e bêdengiya navneteweyî. Em daxwaza jiyaneke aştiyane li ser xaka Sûriya demokratîk û nenavendî dikin. Bi rihê Berxwedana Serdemê ku 58 rojan dirêj kir, bi berxwedana me li Şehbayê û meşa me li ser rêya şehîdan em ê Efrînê azad bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan li Efrînê bi dawî bû.

(jo)

ANHA