Derwîş: Koordîneya wan a bi rêjîma Sûriyê re bi sponseriya Rûsyayê pêk hat

Şervan Derwîş diyar kir ku ji bo rêgirtina li ber êrîşên derve li ser Sûriyê û rizgarkirina deverên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, ew ji danûstandinan re vekirî ne. Şervan Derwîş destnîşan kir ku koordîneya wan a bi rêjîma Sûriyê re bi sponseriya Rûsyayê pêk hat.

Derwîş: Koordîneya wan a bi rêjîma Sûriyê re bi sponseriya Rûsyayê pêk hat
10 ÇILE, 2019   09:52

ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş anî ziman ku dewriyeyên Koalîsyona Navdewletî berdewam dikin û tu guhertinên nû çênebûne.

Şervan Derwîş rewşa dawîn ya Minbicê ji ajansa me re şîrove kir.

Şervan Derwîş lezbûna geşedanên siyasî û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li bajarê Minbicê spartin nêzîkbûna tinekirina DAIŞ‘ê û biryara rêveberiya Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê û wiha domand:"Li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilat bi taybet, di nav de bajarê Minbicê bûyerên bilez li ser asta siyasî û leşkerî derketin. Ji ber nêzîkbûna tinekirina terora DAIŞ‘ê û biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê.”

Derwîş bal kişand ku bajarê Minbic ê stratejîk ji herêmên din bêtir bûye şanogeha pêşketinên leşkerî û siyasî û mijara guftûgo û geşedanên li Bakurê Sûriyê, ji ber ku nêzî nuqteyeke rêjîma Sûriyê li rojava û dagirkeriya Tirkiyê li bakur e.

‘Koordîneya di navbera hêzên me û koalîsyonê de berdewam e’

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî yê Minbicê destnîşan kir ku rewşa li Minbicê wekî berê ye, tu bernameyên Koalîsyona Navdewletî ji bo vekişandinê tune ne û wiha got:"Heya niha koalîsyonê gavên ji bo vekişandinê ji bajar û gundewarên wê neavêtine. Lê tişta ku diqewime û di demên dawî de ango piştî biryara vekişînê tenê nîqaşên li ser çawaniya dagirtina valahiya piştî vekişînê ye. Di koordîneya hêzên me û Koalîsoyan Navdewletî de tu guhertinên nû derneketine, dewriyeyên Koalîsyona Navdewletî li sînorê bakur û rojava hîn jî dimeşin.”

‘Hêzên me bi sponseriya Rûsyayê bi rêjîmê re koordîne dike’

Şervan Derwîş di axaftina xwe de bal kişand ser koordîneya di navbera hêzên wan û rêjîma Sûriye û Rûsya de û wek "koordîneyeke kevn" bi nav kir û got koordîne bi sponseriya Rûsyayê bi rê ve diçe. Derwîş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girêdayî mijara belavbûna hêzên rêjîmê, beriya zêdetirî salekê bi sponseriya Rûsyayê em û rêjîma Sûriyê gihîştin peymanekê ku hêzên xwe bi sponseriya Rûsyayê li herêmên rojava û bakurê rojavayê bajarê Minbicê belav bike da ku rê li ber destwerdanên dagirkeriya Tirkiyê bigire. Ev koordîne heya niha berdewam e."

Şervan Derwîş diyar kir ku ev koordîne ji bo demekê sekinîbû û bi geşedanên siyasî û leşkerî li Sûriyê re dîsa vegeriya.

Derwîş teqez kir ku ew ê parastina bajar û xelkên wê dewam bikin û li hember êrîşên derve wekî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê, bê bersiv nemînin û wiha got: "Wek Meclisa Leşkerî ya Minbicê em dixwazin teqez bikin ku armanca me diyar e, parastina Minbic û xelkên wê ne, li hemberî êrîşên li ser me em ê bê bersiv nemînin."

‘Em girîngiyê didin çareseriya siyasî û dîplomasiyê’

Derwîş diyar kir ku hêzên wan girîngiyê didin çareseriya siyasî û dîplomasiyê ku rê li ber rijandina xwînê bigirin û yekitiya xaka Sûriyê biparêze û ev tişt anî ziman: "Wek hêzeke Sûrî, niştîmanî ji gelê Sûriyê, di asta yekemîn de em girîngiyê didin aliyê dîplomasî û siyasî, diyalogan da ku bigihîjin çareseriyê ji aloziya Sûriyê re. Ji ber ku em bi yekitiya xaka Sûriyê bawer in û her gavek ji bo çareseriya siyasî ji aloziyê re em beşek jê ne."

Derwîş her wiha got: "Em teqez dikin ku em ji danûstandinan re vekirî ne, dema ku bikeve xizmeta yekitiya Sûriyê û sekinandina rijandina xwîna gel û parastina gelê Sûriyê ji êrîşên dagirkeran, her wiha em amade ne li hember her cure êrîşan bibin hevkar bi şertê ku îtîraf bi rêveberiya gel û Rêveberiya Sivîl a Minbicê werin kirin û herêmên dagirkirî werin rizgarkirin."

‘Dewriyeyên Rûsyayê derbasî bajar nebûne’

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku Minbic ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ve tê birêveberin û ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê parastin.”

ANHA