Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên ereb ên îro behsa danûstandina di navbera Şam û Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, belavbûna serweriya çeteyên Cebhet El-Nusra li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, serhildanên gel li Sûdanê, aloziyên Filistîn û Yemen kir.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
10 ÇILE, 2019   09:29

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şerq El-Ewset: Nexşerêya Kurdan a ji bo danûstandinên bi Şamê re bi sponseriya Rûsyayê

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser danûstandinên di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û wiha nivîsand: “24`ê Kanûna 2018`an, ji balafirgeha Qamişlo şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da baregeha Rûsyayê ya li Hemêmî û ji wir jî şandeyê berê xwe da Moskovê. Di şandeyê de, şêwirmendê rêveberiya Kurdan Bedran Çiya Kurd cih girtibû û bi rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re civiyan.

Piştî ku şande vegeriya Qamişlo, Çiya Kurd ji rojnameya Şerq El-Ewset re wiha got: "Hevdîtin li ser daxwaza me pêk hat. Me nexşerêyek ji bo careke din destpêkirina danûstandinê bi Şamê re, pêşkêş kir.

Li gorî nexşerêya ku Kurdan radestî Rûsyayê kir û jê beşek gihîştiye rojnameya Şerq El-Ewset, ji 4 xalan pêk tê. Xal wiha ne: Divê hêzên rejîmê sînorê bakur ê bi Tirkiyê re biparêzin, divê dewlemendiyên binerd ên di bin kontrola QSD`ê de bi awayekî adil werin belavkirin û ev yek jî derbasî destûrê bibe, ger lihevkirin çêbû, dê her du alî li ser tevlêbûna QSD`ê di nava sazûmaniya artêşa rejîmê de bixebitin. Peydakirina formeke guncaw ji bo yekbûna rêveberiyên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevlêkirina wan nava destûrê. Li gorî nexşerêya ku Kurdan pêşkêş kiriye, sîstem divê ne navendî be.”

El-Ereb: Lihevkirina pêkan a Şam û Kurdan, li dijî çavbirçîbûna Tirkiyê li Sûriyê metirsî ye

Têkildarî heman mijarê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad roja çarşemê ragihand ku ew bi danûstanên hêzên kurdî re ku dixwazin hevpeymanê bi Şamê re çêkin, bi hêvî ne. Danûstandinên ku niha bi sponseriya Rûsyayê têne kirin, baş in.

Her wiha çavdêr dibînin ku dibe ku DYA nêzî danûstandinên di navbera Şam û Kurdan de be, ev yek jî Tirkiyê pir bi hêrs kiriye.

El-Quds El-Erebî: Fermandarekî Ehrar El-Şamê ji El-Quds El-Erebî re: Colanî dixwaze “îmaretê” li Idlibê ragihîne

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara serweriya Cebhet El-Nusra li Idlibê kir û wiha got: “Yek ji fermandarên tevgera Ehrar El-Şam a girêdayî Cebbet El-Weteniye duh ragihand ku rêveberê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed Colanî, koman ji hev dixe û dixwaze bi tena xwe li Idlibê hakim be.”

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Aliyên siyasî û fermî texmîn dikin ku dê welatê wan heta demeke nediyar bê hikumet be.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb ev tişt gotin: “Serokê Sûdanê Umer Hesen El-Beşîr, roja çarşemê li pêşberî bi hezaran kesên ku piştgiriya wî dikin, soz da ku ew ê di desthilatdariyê de bimîne. Lê çalakger daketin qadan û daxwaza istîfaya wî kirin.”

Filistîn

Her wiha têkildarî rewşa Filistînê jî, rojnameya El-Heyat wiha got: “Desthilatdariya Filistînê, piştî ku Meclisa Qanûnsaz ji holê rabû, mûçeyên parlamentoyên tevgera Hemasê qut kirin.”

Iraq

Der barê serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Iraqê de, rojnameya El-Heyat wiha got: “Duh Pompeo gihîşt Bexdayê. Bloka El-Sadîqûn a parlamentoya Iraqê bang kir ku divê serdanên rayedarên Amerîkî li gorî rêgezên dîplomatîk bin. Pompeo li Bexdayê bi serokê Iraqê Berhem Salih, serokwezîr Adil Ebdelmehdî, serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî û hempîşeyê xwe Elî El-Hekîm re civiya.”

Yemen

Têkildarî Yemenê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Nûnerê taybet ê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths ji aliyên Yemenê xwest ku ji bo netêkbirina agirbesta El-Hudeyda, xebatên mezintir bikin.”

(kc)