Hûsiyan toraneke leşkerî li bargeha hewayî kirin hedef

Hêzên Hûsiyan îro sibehê bi balafireke bê mirov toraneke leşkerî ya artêşa Yemenê di bargeha li parêzgeha Hec a başûrê Yemenê kirin hedef. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Hûsiyan toraneke leşkerî li bargeha hewayî kirin hedef
10 ÇILE, 2019   10:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Mesîra Nêt ku bi navê Cemait Ensarllah El-Husî weşanê dike li gorî çavkaniyan ragihand ku hêzên Hûsî fermandarên artêşa Yemenê di bgargeha El-Enid a hewayî ya li parêzgeha Hec a başûrê Yekemê kirin hedef. Di encamê de birîndar û kuştî hene.  

Di êrîşê de serokê Heyet Erkan Yemenê Ebdullah El-Neiyî, muhafizê parêzgeha Hec Ehmed Ebdullah û serbaz Sabit Cewas û berdevkê leşkerî Mihemed El-Neqîb birîndar bûn û 6 leşker hatin kuştin.

(jo)