Cotkarên Reqayê ji bo sala nû ji çandiyê bi hêvî ne

Di salên dawîn de çandiniya Reqayê û gundewarên wê paşde ket. Ji ber vê yekê bandoreke neyînî li ser jiyana şêniyan çêbû û bi taybet di demasla havîna borî de cotkaran gelek zirar dîtin. Komîteya Çandiniyê hewl dide alîkariya cotkaran bike.

Cotkarên Reqayê ji bo sala nû ji çandiyê bi hêvî ne
Cotkarên Reqayê ji bo sala nû ji çandiyê bi hêvî ne
Cotkarên Reqayê ji bo sala nû ji çandiyê bi hêvî ne
Cotkarên Reqayê ji bo sala nû ji çandiyê bi hêvî ne
10 ÇILE, 2019   08:56

XALID CÛMA / REQA

Reqa yek ji bajarên Sûriyê ye ku bi çandiniyê tê nasîn. Piraniya şêniyên Reqayê bi çandiniyê debara xwe dikin. Hilberîna zeviyên Reqayê berî aloziya Sûriyê gelekî baş bû û zêde bibû.

Di demsala havîna derbasbûyê de gelek zirar gihîşt çandiniya Reqayê. Hilberîna pembo kêm bû û ji ber belavûna kurmeyan di nava pembo de hilbirîna wê kêm bû.

Hilberîna duyemîn a mewsima havînê garisê zer e. Wê jî zirar dît, ji ber rewşa şer her wiha barîna zêde ya baranê, zirareke mezin gihîşt berhemên garis jî.

Ji ber barana zêde ku nehişt erd ziwa bibe, cotkaran heya niha zeviyên genim neçandiye, lê sedema sereke ku genim nehatiye çandin, buhabûna tov e ku gihîştiye 160 lîreyên Sûriyê û her toneke ji semadê bi 190 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Di vê çarçoveyê de cotkarên gunedewarên Reqayê ji ajansa me ANHA`yê re axivîn. Cotkaran bang li Komîteya Çandiniyê û Meclisa Sivîl a Reqayê kir ku beşê çandiniyê pêş bixin û kanalên avê yên sereke çêkin, her wiha tov û semad erzan bikin.

Cotkarê bi navê Xalid El-Dendel ê ji gundewarên bakurê Reqayê got av negihîştiye piraniya zeviyên gundewarên bakurê Reqayê.

Her wiha cotkarê bi navê Mihemed El-Ibo yê ji gundewarên rojavayê Reqayê destnîşan kir ku  çandinî yek ji karên wan ê sereke ye, lê tu kes piştgiriya cotkaran nake û ebara xwe ji çandiniyê dikin, heger zeviyên xwe neçînin, dê çawa bijîin? û wiha pêde çû,"Hilberîna garisê zer îsal pereyên zêde lê çûne û em nikarin genim biçînin."   

Cotkarên gundewarên Reqayê bang li Komîteya Çandiniyê û Meclisa Sivîl a Reqayê kir ku rewşa cotkaran di ber çavan re derbas bikin, kenalên avê yên sereke çêkin û alîkariya madî bidin cotkaran da ku karibin xebatên çandiniyê berdewam bikin.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Çandiniyê Îsa Hemadîn diyar kir ku Komîteya Çandiniyê tevî derfetên xwe yên kêm hewl dide rewşa çandiniyê li Reqayê bi pêş bixe. Her wiha destnîşan kir ku tevî wan tov bi bi pereyên zêde kirîn lê her kîloyeke tov bi 160 lîreyan li cotkaran belav kir, lê ji bo piştgiriyê bidin cotkaran bi pereyên kêm firot.

Îse Hemadîn destnîşan kir ku Komîteya Çandiniyê di sererastkirina kenalên avê li gundewarên bakurê Reqayê de xebatên xwe berdewam dike û ber bi dawîkinê ve diçe. Ji projeyên komîteya Çandiniyê di demên pêşde dê kanalên avê yên sereke û rêyên çandiniyê sererast bikin.

(ekîp)

ANHA