Kurmên El-Zaryos zirareke zêde digihînin çandiniya Hesekê

Di encama barîna baranê ya zêde û şiliyê de zeviyên kantona Hesekê zirar dîtine. Her wiha cotkaran bang li beşa Hilberîna Şînatî kir ku semad bi deyn heta hilberînê li wan belav bikin.

Kurmên El-Zaryos zirareke zêde digihînin çandiniya Hesekê
Kurmên El-Zaryos zirareke zêde digihînin çandiniya Hesekê
Kurmên El-Zaryos zirareke zêde digihînin çandiniya Hesekê
Kurmên El-Zaryos zirareke zêde digihînin çandiniya Hesekê
Kurmên El-Zaryos zirareke zêde digihînin çandiniya Hesekê
Kurmên El-Zaryos zirareke zêde digihînin çandiniya Hesekê
9 ÇILE, 2019   09:31

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Zeviyên çandiniyê bi giştî li kantona Hesekê jêdera sereke ya şêniyên kantonê ne. Lê ji ber barîna baranê ya zêde û şiliyê, kurmên El-Zaryos belav bû û bi awayekî mezin zirar bi zeviyan kir.

Ev kurm li ser mêtina kokên giya û şînkahiyan û çalkirina pelên wan dijî. Di encamê de şînkahî zer dibin. Ji ber wê ev kurm li ser çandiniyê xetereyeke mezin in.

Girêdayî mijarê cotkarên herêmê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin. Cotkarê gundê Cilo, Şahîn Mihemed destnîşan kir ku şêniyên herêmê di radeya yekemîn de debara xwe bi çandiniyê dikin û wiha got: "Lê îsal di encama şiliyê de kurmiya El-Zaryos di nav zeviyan de belav bû. Ji bo sivikkirina ziranên kurmiyê em pez li zeviyan diçêrînin."

Ji aliyê xwe ve cotkarê bi navê Welat Hisên Ezîz bal kişand ser zeviyên ku zirar dîtine û diyar kir ku ji bo kêmkirina zirara kurman, zevî bi hewcedariya semadê ne û wiha domand: "Lê nirxa semadê li sûkê buha ye. Ji ber wê em bang li Beşa Şînkahiyan dikin ku semadê bi deyn heta rakirina hilberînê li cotkaran belav bike."

Girêdayî heman mijarê hevserokê beşa Hilberîna Şînkahiyan a kantona Hesekê Salih Mihemed destnîşan kir ku sedemên sereke yên derketina kurmên El-Zaryos di nav zeviyan de, zêdebûna rêjeya şiliyê ye.

Mihemed desnîşan kir ku rêya xilasiya ji kurman ew e ku cotkar bi awayekî kûr zeviyên xwe biajon an jî semada sar bireşînin da ku belavbûna kurman kêm bikin an jî bermahiyên hilberînê yên berê ku kurmî di nav de belav bûne, bişewitînin."

Di dawiyê de Mihemed diyar kir ku wek beşa Hilberîna Şînkahiyan a kantona Hesekê tov û semad li cotkaran belav dikin û şîretên çandiniyê li wan dikin û ev tişt anî ziman: "Tevî belavkirina tov û semad em li ser zeviyan digerin da ku pirsgirêkên cotkaran çareser bikin. Di destpêka salê de me tov neqdî û bi deyn li cotkaran belav kir. Niha jî em semad bi nirxên ji sûkê pirî kêmtir belav dikin. Lê heta niha me semad bi deyn belav nekiriye. Eger biryara wê were em ê cotkaran agahdar bikin."

(şx)

ANHA