REPAK: Di serî de Tirkiye qatilê jinan e

Rêxistina Jinên Kurd a Têkiliyan, Komkujiya Parîsê şermezar kir û wiha got: “Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin, em dibînin ku li Rojhilata Navîn jin bi pargala sîstema kapîtalîst tên qetilkirin. Di serî de jî dewleta faşîst a Tirk tê.”

REPAK: Di serî de Tirkiye qatilê jinan e
9 ÇILE, 2019   09:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jinên Kurd a Têkiliyan (REPAK) bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Parîsê ku tê de 3 jinên şoreşger Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi destê îstixbarata Tirk hatin qetilkirin, şermezar kir.

Daxuyaniya REPAK’ê wiha ye:

"Va ye em pêşwaziya salvegera 6`an a komkujiya Parîsê dikin ku heta niha dosya û kesên ku ev komkujî pêk anî, veşartî ne. Tê de 3 şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz yek ji damezirînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê, Fîdan Doxan endama Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê li Ewropayê û Leyla Şaylemez endama Rêveberiya Tevgera Ciwanên Kurd li Ewropayê hatin qetilkirin. Tevî ku hat îspatkirin ku komkujî bi hevkariya di navbera îstixbarata Fransa û Tirkiyê de pêk hatiye û bi awayekî rasterast plan ji aliyê serokê îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan û bi fermana Erdogan hatiye kirin jî heta niha ev bûyera qirêjî nehatiye eşkerekirin.

Em ji bîr nakin ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan 3 sal piştî komkujiya Parîsê, di 4`ê Çileya 2016`an de fermana qetilkirina 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir bi hovane li Silopî Bakurê Kurdistanê da.

Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin, em dibînin ku di Rojhilata Navîn de jin di bin sîstema kapîtalîst de tên qetilkirin. Di serî de jî dewleta faşîst a Tirk tê.

Em bang li rêxistin û kesayetên jinan ên aktîf û taybet jinên li herêma Rojhilata Navîn dikin ku bi awayekî lez tev bigerin û bi rola xwe rabin. Bi vê yekê em ê dengê jinên azad bigihînin cîhanê.”

(jo)