Şêxê êla El-Hinade: Em nahêlin Cerablus û Ezaz werin dubarekirin

Şêxê Êla El-Hinadê ya Ereb, Îbrahîm El-Îsa got êlên herêmê destwerdanên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û wiha axivî: “Em qebûl nakin ku senaryoya Cerablus, Ezaz û El-Raî li herêmên me dubare bibe.”

Şêxê êla El-Hinade: Em nahêlin Cerablus û Ezaz werin dubarekirin
9 ÇILE, 2019   09:14

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Şêxê êla El-Hinade ya Girê Spî Îbrahîm El-Îsa gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin û wiha got: “Em gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê red dikin.”

El-Îsa di destpêka axatina xwe de wiha axivî: "Em wek êlên Ereb, Kurd, Tirkmen û gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destwerdanên li dijî herêmên ku bi saya xwîna şehîdan rizgar bûne, red dikin."

El-Îsa tekez kir ku ew senaryoya dagirkeriyê ya li Cerablus, El-Raî û Ezazê hatin pêkanîn qebûl nakin û wiha pê de çû: “Ji ber ku gelên herêmê hemû tê gihîştin ku Tirkiye li herêmên di bin dagirkeriya xwe de kuştin, talan û wêrankirinê pêk tîne. Dê gelê herêmê xaka xwe li dijî hemû dagirker û çavbirçiyan biparêze.”

Şêx Îbrahîm El-Îsa di berdewama gotinên xwe de bal kişand ser aramî û ewlehiya herêmên ku ji çeteyan hatine rizgarkirin û wiha got: “Gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêveberî û hêzên xwe razî ne. Ji ber ku li herêmê wekhevî heye. Ewlehî, aramî û rêzgirtina mafan a ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heyî, li tu herêmên din tune ye.”

El- Îsa wiha pê de çû: “Rola êlên Ereb di tunekirina DAIŞ’ê de heye. Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Hezîrana 2016’an de li herêma Girê Spî têk çûn. Di rojên destpêkê yên rizgarkirinê de rûspî û şêxên herêmê bi YPG û YPJ’ê re civiyan. Di encamê de meclisa êlên herêmê ku ji 114 kesan pêk dihat, hat avakirin. Piştî wê Rêveberiya Xweser û meclisên wê hatin avakirin.”

'Kesên tev li civînên Tirkiyê bûne, tenê nûnertiya xwe dikin’

El-Îsa destnîşan kir ku ew kesên îdea dikin ku nûnerên êlên herêmê ne û li Tirkiyê civiyane tenê nûnertiya xwe dikin. El-Îsa wiha got: “Şêx û rûspiyên êlên herêmê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ne. Kesên derketine derveyî welat nikarin çarenûsa gelên herêmê diyar bikin. Ji ber ku gelên herêmê tenê xwediyên vê xakê ne.”

Şêxê Êla El-Hinade Îbrahîm El-Îsa gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Em wek êlên herêma Girê Spî dibêjin biryara me di destê me de ye. Ji ber ku em li ser erdê xwe ne. Nabe ku ew kesên di hembêza Tirkiyê de dijîn, bibêjin ‘em êlên herêmê ne” û nûnertiya me bikin.”

(şx)

ANHA