‘Komployên li dijî Kurdan dê bi yekitiyê têk biçin’

Şêniyên Hesekê biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a vekirina buroyên kurdî yên ne rûxsetkirî wek gaveke girîng nirxand û wiha got: “Divê hemû aliyên kurdî demildest ji bo yekitiyê gavan biavêjin, da ku rê li pêşiya komployên Kurdan parçe dikin, bê girtin.”

‘Komployên li dijî Kurdan dê bi yekitiyê têk biçin’
9 ÇILE, 2019   09:01

 ŞEVÎN HESEN- NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Li ser banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şaxê Rojava, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk destûr da partiyên Kurd ên ku buroyên wan ne ruxsetkirî ku buroyên xwe ji nû ve vekin.

Der barê mijarê de şêniyên bajarê Hesekê wiha got: "Vê biryarê baweriya gelê Rojava bi yekitî û bidestxistina mafên rewa xurt kir.”

Şêniyê bi navê Yasîn Cewher biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo yekitiya gelê Kurd wek gaveke girîng nirxand û wiha axivî: “Em wek gelê Kurd, hêvîdar in ku em bi vê biryarê mafê xwe bi dest bixin.”

Şêniyê bi navê Ehmed Sefûk jî biryar erênî nirxand û wiha got: “Em hêvîdar in ku hemû partiyên Kurd beşdarî vê biryarê bibin. Li gorî vê jî dê li Bakurê Sûriyê yekitiya Kurd ava bibe û komployên li dijî me têk biçin.”

Kawa Ehmed jî destnîşan kir ku wê bi vê biryarê yekitiya aliyên kurdî çêbe û dê ev jî bendên li dijî standina mafên Kurdan bişikîne.

Ehmed  bang li hemû partiyên kurdî kir ku pirsgirêkên xwe bidin aliyekî, berjewendiya gelê Kurd di ser berjewendiya partiyan re bibînin û wiha got: “Divê kes li gorî planên dewletên  derve tev negere. Divê hemû aliyên kurdî demildest ji bo yekitiyê gavan biavêjin da ku rê li pêşiya komployên Kurdan parçe dikin, bê girtin.”

(dh)

ANHA