ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.01.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.01.2019
3 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya mertalên zindî li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê, Serêkaniyê û Minbicê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê çalakiyên kon ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve dest pê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişlo cenazeyê şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê ku bi Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku dagirkerina Tirkiyê ji herêmê re dê komkujiyan li ser pêkhateyan pêk bîne û banga hevgirtinê gelê herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku projeya neteweya demokratîk rêgez û nirxên pêkhateyan parastiye. Her wiha destnîşan kirin ku bi bicihanîna têgeha neteweya demokratîk her pêkhate û baweriyek bi awayekî azad ayîn û baweriyên xwe tînin cih. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin "Berxwedana gelê herêmê têra xwe heye ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bi bersivînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) veguherî navenda hevgirtina hêzên leşkerî yên niştimanî ku şerê terorê di Sûriyê de dikin. QSD'ê her wiha hevsengiyên leşkerî di giştî Sûriyê de serûbin kirin û xewna gel a azadî û jiyana bi rûmet veguhert rastiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Endama Komîteya KNK’ê Derya Remadan destnîşan kir ku dê bi hinek partiyên ku tev li yekitiya Kurd nabin re li ser nakokiyên heyî bê nîqaşkirin û wiha got: “Divê êdî helwestên hemû partiyan zelal bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin bi hemû şêwazan berxwedaniya xwe nîşan didin. Dayika Esmehan Kerîm ji tunebûnê hebûnê diafirîne. Ji bo ku xwe û zarokên xwe ji sermaya zivistanê biparêze ji betaniyan cilan, kum û goreyan çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Li Serêkaniyê û Hesekê bi pêşengtiya ciwanên û bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandan têne lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şikefta El-Qatir ji cihên dîrokî ku hîna nehatiye vedîtin e. Şikefta ku bi awayekî xwezayî ava bûye şarestaniyên hatine bajêr parve dike. Lê di dema dagirkirina çeteyan bajarê Reqayê de rastî talankirin û wêrankirinê hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê binesaziya kenalên avdanê wêran kirine ji aliyekî ve û buhabûna pêdiviyên çandiniyê li aliyekê din cotkarên gundewarê rojhilatê Reqayê neçar mane bîqiyayê ku wek êmê sewalan tê bikaranîn biçînin. Endamekî Komîteya Çandiniyê diyar kir ku di sala nû de dê toreyên avdanê sererast bikin û piştgiriya cotkaran bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di sê mehên dawî de nexweşiya binguhikê (Nukaf, Ebû Keb) li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo belav bûye. Ji salên di navbera 2013 û 2015‘an ango di dema dagikrina çeteyên DAIŞ‘ê ve aşleyên vê nexweşiyê nayên peydakirin, ev yek rê li ber xeteriyek mezin bi taybet ji bo zarokan vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA