Trump: Piştî vekişînê jî em ê kurdên li Sûriyê biparêzin

Serokê DYA‘yê Donald Trump ragihand ew ê bi demê re hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin û got ku piştî vekişînê ew dixwazin li wî welatî kurdan biparêzin.

Trump: Piştî vekişînê jî em ê kurdên li Sûriyê biparêzin
2 ÇILE, 2019   21:01

XNAVENDA NÛÇEYAN

Li Reutresê Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di civîna wezîran de axivî û diyar kir ku wan ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê 4 meh destnîşan nekirine û vekişandina wan dê bi demê re bibe.

Trump wiha got: “Em dê demeke diyarkirî ji Sûriyê vekişin. Em ji Sûriyê derbikevin jî em dixwazin Kurdan biparêzin.”