Şervanên QSD‘ê dest danîn ser miqdareke mezin çek û cebilxane

Şervanên QSD‘ê di xebatên lêgerînê de li bajaroka Hecînê meqdareke mezin çek û cebilxanyên çeteyên DAIŞ‘ê desteser kirin.

Şervanên QSD‘ê dest danîn ser miqdareke mezin çek û cebilxane
2 ÇILE, 2019   19:27

DÊRAZOR

Qonaxa dawayî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de bi pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê bi bajaroka Hecînê ve berdewam e.

Şervanan di xebatên lêgerînê de li devereke di navbera Hecîn û Şefayê de dest danîn ser miqdareke mezin çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ‘ê.

Ji cebilxaneyên ketine  destê şervanan bi dehhezaran guleyên hemû cure çek, bi sedan guleyên RPG û hawn, her wiha çekên  doşka û BKC hebûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî leşkerî dane şer di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de diqewime.

ANHA