Hemwelatiyên Hesekê: Em dagirkeriya Tirk li ser herêmên xwe yên ewle qebûl nakin

Şêniyên bajarê Hesekê yê Bakurê Sûriyê nepejirandina dagirkeriya Tirk û destwerdana di kar û barên herêmê de anî ziman û destnîşan kir ku herêmên wan bi saya QSD`ê ewle û aram in.

Hemwelatiyên Hesekê: Em dagirkeriya Tirk li ser herêmên xwe yên ewle qebûl nakin
31 kanûn, 2018   09:20

HESEKÊ

Dewleta Tirk bilindkirina asta daxuyaniyên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser zimanê rayedarên xwe di serî de Erdogan, didomîne. Ew daxuyanî rastî nerazîbûnên gelên herêmê hatin.

Girêdayî mijarê hemwelatî Ebdullah Mihemed ê ji taxa El-Miftî ya Hesekê diyar kir ku ew wek hemwelatî gefên Tirkiyê qet napejirînin û wiha berdewam kir: "Herêmên me bi saya YPG'ê û YPJ'ê  ewle, aram in û rewşa me li vir pir baş e, ji ber vê em naxwazin Tirk mudaxeleyî xaka me bike."

Dayika Ebdo gefên Tirkiyê şermezar kirin û wiha got: "Em destwerdanên Tirkiyê napejirînin. Hemû pêkhateyên herêmê di nav biratî û aştiyê de ne û em qebûl nakin ku Tirkiye were û xaka me dagir bike.”

Ciwanê bi navê Malik Mistefa xwediyê dikaneke bazirganiyê li bajêr jî wiha got: "Tirkiye bi gefên xwe dixwaze moralên me bişikîne. Lê ew nizane ku vîna gelê Kurd nayê şikandin û em tu mudaxeleyan di xaka me de qebûl nakin, ji ber ku em di nav aramî û ewlehiyê de ne."

Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Welat Aldar teqez kir ku ew YPG, YPJ û QSD wek parêzvanên herêmê dibînin û wiha pê de çû: "Em naxwazin Tirkiyê axa me dagir bike, ji ber ku herêma me di Sûriyê de herêma herî ewle û aram e. Em naxwazin mîna Efrînê binpêkirinên ji kuştin û talankirin dubare bibe. Tirkiye bi gefên xwe dê nekare vîna me bişikîne û em ê li ser xaka xwe bimînin."

ANHA