Mîrateyeke ji berxwedanê, Merwan El-Fiteyêh

Di 29'ê Kanûnê de têkoşer Merwan El-Fiteyêh ji aliyê komeke çekdar ve hate kuştin. Rast e ku têkoşer Merwan şehîd bû, lê li paş xwe mîrateyeke giranbuha hişt da ku nifşên nû li ser bimeşin û ji helwestên wî hêzê bigirin.

Mîrateyeke ji berxwedanê, Merwan El-Fiteyêh
31 kanûn, 2018   09:12

FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Komeke çekdar ku nehatin naskirin, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Merwan El-Fiteyêh dema ji karê xwe vedigerî, di 29'ê Kanûnê de li ser riya Dêrazor-Hesekê gule lê barandin û di encamê de têkoşer Merwan El-Fiteyêh şehîd ket û parêzvanê wî birîndar bû.

Di vê raporê de, me hewl da girîngtirîn merheleyên jiyana têkoşer Merwan El-Fiteyêh ku rolek di veguhestina xeta şoreşê de ji bo xizmeta gel lîstiye, bidin naskirin.

Merwan El-Fiteyêh di sala 1977'an de li Dêrazorê di nav malbateke xizan de hate dinê. Di nav wan şert û mercên xizantiyê yên dijwar de El-Fiteyêh têkoşiya da ku roleke çalak di civakê de bilîze.

El-Fiteyêh piştî wefata dê û bavê wî, barê xwedîkirina bira û xwişkên xwe radike. El-Fiteyêh gelek ji voleybolê hez dike, ji lew re xwe bi pêş dixe û dibe lîstikvanê tîma Sûriyê ya voleybolê.

Li gel arezûya xwe û ruxmî tengiya ku tê re derbas dibe, lê beşa endezyariya mekanîk diqedîne û dibe endezyar.

Merwan El-Fiteyêh zewicî ye û xwedî 3 zarokan e. Piştî şerên ku li bajarê Dêrazorê rû dan û ji ber helwestên xwe yên dijberî parçebûna Sûriyê ji Dêrazorê derdikeve û li bajarê Qamişlo bi cih dibe.

Merwan El-Fiteyêh hewl dida xizmeta şêniyên xwe bike, ji ber wê cihê xwe di hewldanên damezirandina Meclisa Sivîl a Dêrazorê de digire, beriya rizgarkirina bajêr di sala 2017'an de.

Di meclisê de serokatiya Komîteya Ciwan û Werzîşê dike û rolek sereke ji bo jinûveavakirina sazûmaniya Meclisa Sivîl a Dêrazorê de di 15'ê Şibata 2018'an de dilîze û wek hevserokê Meclisa Zagonsaz tê hilbijartin, bi vê yekê xeta têkoşîna siyasî dest pê dike. El-Fiteyêh bi rêya daxuyaniyên xwe kirinên dijberî gel şermezar dikirin û bertekên cidî li ber çav û guhên hemûyan ji sazî û şêniyan bi awayekî eşkere nîşan didan.

Merwan El-Fiteyêh di nav hevalên xwe de bi rûyê xwe yê li ken û bêhnfirehiyê dihat naskirin û di dilê hemûyan de ji biçûkan û heta mezinan hezkirina xwe çandiye.

Helwestên El-Fiteyêh ên siyasî gelek kes û aliyên ku aramî û aştî ji civaka me re naxwazin hêrs kirin. Merwan El-Fiteyêh dizanî ku berdêla têkoşîna wî giran e lê dîsa jî dest jê berneda heta ku canê xwe fedayî armancên xwe kir ku banga yekitiya Sûriyê û gelek azad û demokrat dikirin. Bû nimûneya rêgezên ku dê nifşên pêşerojê li ser bimeşin, ji helwestên wî fêr bibin û hêz jê bigirin.

Tevî xebatên siyasî yên Merwan El-Fiteyêh dimeşand, Merwan desteka dibistana 'Reng a desteka derûnî' li Kampa El-Xeşeb dikir. Merwan girêdayî tenduristiyê û parastina ji nexweşiyan gelek hemleyên perwerdekirinê û parzûnkirina avê li her du gundewarên Dêrazorê rojhilat û rojava di nav kampê de meşandiye.

Ji bo desteka derûnî ji şagirtan re Merwan El-Fiteyêh bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê re serdana dibistanên Dêrazorê dikir, diyarî li zarokan belav dikirin û tev li gelek hemleyên desteka derûnî ya koçber û penaberan dibûn û li gorî derfetên heyî alîkariyên mirovî li ser şêniyan belav dikirin.

(şx)

ANHA