Mijarên îro yên rojnameyên erebî ev in

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li herêma Minbicê, avakirina hikumeta Lubnanê, serhildanên gel ên li Tûnis û Sûdanê, aloziya Yemenê û hin mijarên din kir.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî ev in
31 kanûn, 2018   09:36

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Nefêmkirina der barê plana Tirkiyê ya têkildarî şerê Minbicê de

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Heyat wiha got: “Çavkaniyekî leşkerî yê Rûsî texmîn kir ku Tirkiye dev ji planên xwe yên der barê şerê Minbicê de berdaye, lê çavkaniyekî ji fermandariya “Ceyş El-Wetenî” ya nêzî Tirkiyê ragihand ku planên wan ên berê dewam dikin.

Malperên muxalefetê (opozîsyon) jî anî ziman ku karwanekî leşkerî yê girêdayî Koalîsyona Navneteweyî ji rojhilatê Firatê berê xwe da baregeha Iwn El-Dadat a bakurê bajarê Minbicê ya bejahiya rojhilatê Helebê. Lê heta niha armanca şandina vê hêzê nehat zanîn.

Rayedarên Kurd jî radestkirina herêma Bendava Tiştînê ya nêzî Minbicê ji rejîma Sûriyê re derewand.

Ji aliyekî din ve jî, li herêma El-Tenef koçberên kampa El-Rukban xwepêşandanek ji bo êş û azarên ku dikişînin û nediyarkirina çaresenûsa wan piştî ku Washingtonê biryara vekişandina ji sêgoşeya sînorê Sûrî-Iraq-Urdunê da, li dar xist.

El-Ereb: Cezayir ji bo Sûriyê careke din vegera Camiya El-Erebî dixebite

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsand: "Cezayir dixwaze ji bo vegerandina Sûriyê nava Camiye El-Erebî (Lîga Erebî) ku ji sala 2011`an de jê derketiye, pêşnûmayekê pêşkêş bike.

Cezayîr wê di Lûtkeya El-Erebî de ku wê meha Adarê li Tûnisê were lidarxistin, pêşnûmaya vegerandina Sûriyê nava Camiye El-Erebiyê pêşkêş bike.

Şerq El-Ewset: Di navbera Tehran û Şamê de hevpeymaneke demdirêj li dijî cezayan

Şerq El-Ewset der barê têkiliyên Şam û Tehranê de wiha got: “Tehran duh ragihand ku di navbera Îran û Sûriyê de hevpeymaneke aborî ya demdirêj mohr kirin. Ev hevpeyman dê bandora cezayên navneteweyî sivik bike.”

El-Heyat: Hûsiyan vekirina rêya “El-Kîlo 16” red kir... Kmart jî mixabiniya xwe anî ziman

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Heyat got: “Neteweyên Yekbûyî der barê venekirina rêya “El-Kîlo16” a di navbera El-Hudeyda û Senayê de mixabiniya xwe anî ziman.”

El-Ereb: Serhildanan xwe li ser siyasetmedaran ferz kir

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Tûnisê wiha got: “Serhildanên gelêrî ku li gelek bajarên Tûnisê hatine destpêkirin, xwe li ser hikumetê û bi taybet Tevgera El-Nehda El-Îslamiyê ku bi hemû rolan radibe, ferz kiriye.”

Sûdan

Her wiha têkildarî rewşa Sûdanê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr bang li polîsan kir ku li dijî çalakgeran şîdetê bi kar neynin, lê di heman demê de soz da ku ew ê çalakiyên “wêrankirin, dizîn û talankirinê” rawestîne.”

Lubnan

Rojameya El-Heyat jî têkildarî rewşa Lubnanê wiha got: “Serokê hikumetê Seed El-Herêrî ku ji bo avakirina hikumeta nû hatibû erkdarkirin, der barê derengmayîna neavakirina hikumetê de rexneya xwe da û hêvî kir ku di sala nû de hikumet were avakirin.”

Iraq

Der barê rewşa Iraqê de jî rojnameya El-Ereb wiha got: “Îstîfakirina wezîra perwerdeyê Şeyma El-Heyalî di hikumeta Adil Ebd El-Mehdî de, hişt ku dosyaya wezîrên sunnî yên hikumeta Iraqê ji nû ve were vekirin.”

(kc)