ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.12.2018
29 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Bi armanca nirxandina rewşa leşkerî û gefên Tirkiyê yên li ser herêmê fermandarên YPG û YPJ‘ê bi şêniyên navçeya Dirbêsiyê re dicivîne. Civîn li Stada navçeyê tê lidarxistin. Saet: 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Parêzeran, Rêxistina Mafê Mirovan û Komîteya Maf a Demokratîk a Herêma Cizîrê bi dirûşmeya "Bi yekrêzî em li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinîn" mêtîngekê li Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a bajarê Qamişlo li dar dixin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên li gundê Qere Mox yên bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê derbasî bajarê Kobanê  dibe. Di vê çarçoveyê de semînerên siyasî têne lidarxistin her wiha senevîzyonên ku wateya berxwedanê rave dike têne nîşandan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şehîdên meha Kanûnê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê tên bi bîranîn, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mala Êzidiyan a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê senevîzyonekê li ser sûcên li dijî gelê Êzidî ji aliyê komên terorîst ve nîşan dide, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê ya şaxê Serêkaniyê Anahîta Sînor banga yektiyê li gel Kurd kir û anî ziman ku yekîtî di vê pêvajoyê de derman e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Taha El-Elî got: Em xwediyê vê xakê ne, Tirkiyê me wekî terorîstan bi nav dike, lê yê ku terora DAIŞ‘ê afirand û derbasî herêmên me kir, Erdogan bi xwe ye.

-Pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê gefên Tirkiyê şermezar kirin û îdiayên Erdogan ku dibêje ew ê "Kurd û Erebên herêmê biparêze" derewandin. Her wiha teqez kirin ku li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin mîna Efrînê rewş tevlihev e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PANORAMA

- Di sala 2018`an de hêzên leşkerî li bakurê Sûriyê serkeftin û destkeftiyên leşkerî bi dest xistin. Her wiha di vê salê de hevsengiyên leşkerî ji nû ve hatin sazkirin, ji bo aramî û ewlehiya herêmê û tunekirina terorê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Hisên El-Elî li hemberî gefên Erdogan banga hevgirtinê li partiyên siyasî yên Sûriyê kir û diyar kir ku armanca sereke ya Erdogan projeya rêveberiya xweser têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Umer got, heger Tirkiyê bi desteka Amerîka û hevalbendên wê NATO derbasî Sûriyeyê dibe ku şerê cîhanê yê sêyemîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû bibe. Hisên Umer anî ziman ku êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ne hêsan be, ji ber hin welatên cîhanê li ser vê yekê bi fikar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a navçeya Şêrawa ya Efrînê têkildarî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekî li gundê Eqîbê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şervana YPJ‘ê Ekîn Rojava ku beşdarî pêngava rizgarkirina Hecînê bûye diyar kir ku pêşdeçûnên wan berdewam e û çeteyên DAIŞ‘ê li hemberî derbeyên wan têk diçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê bi boneya cejna mîladê şahiyekê ji bo zarokên şehîdan re lidar dixe. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Kolana Qewetlî vedigere 200 salî. Li kolanê zêdeyî 2 hezar û 200 dukan hene ku welatiyan bav û kalên xwe wergirine. Ev kolan bûye meqsedan pîşesazan û bi sedan şêniyên herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piraniya stasyonên avê yên gundewarên Dêrazorê ji ber dizî û wêrankirinê ji xizmetê derketibû, piştî ku ji aliyê Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan ve hatin sererastkirin dîsa ketin xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA