Li Misrê teqîn: 2 tûrîst mirin

Di êrîşeke bombeyî ya li nêzî Pramîdên Gîza ya li Misrê de 2 tûrîstên Vîetnamî mirin, 12 kes jî birîndar bûn. Ji kesên birîndar 10 Vîetnamî û 2 jî Misrî ne.

Li Misrê teqîn: 2 tûrîst mirin
28 kanûn, 2018   20:18

NAVENDA NÛÇEAYN

Li Misrê li dijî tûrîstan êrîşeke bombeyî hate kirin. Di êrîşa nêzî 4 kêlometre dûrî Pramîdên Gîzayê de 2 Vîetnamî yên tûrîst mirin, 10 Vîetnamî bi giştî 12 kes birîndar bûn.

Ji aliyê wezaretê ve hate ragihandin ku êrîş bi bombeyeke destan hatî çêkirin li dîwarê li ser Rêya Marîûtiya hatiye bicihkirin û saet 18:15’an teqiyaye.