Panorama 2018... Têkoşîna QSD`ê li dijî terorê

Di sala 2018`an de hêzên leşkerî li bakurê Sûriyê serkeftin û destkeftiyên leşkerî bi dest xistin. Her wiha di vê salê de hevsengiyên leşkerî ji nû ve hatin sazkirin, ji bo aramî û ewlehiya herêmê û tunekirina terorê.

Panorama 2018... Têkoşîna QSD`ê li dijî terorê
29 kanûn, 2018   05:20

EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Di şerê li dijî terorê de girîngtirîn pêngev û pêşketinên leşkerî

Di 20`ê Çileya 2018`an de piştî lihevkirina di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşî kantona Erfrînê kir. Di êrîşê de hemû cureyên çekên giran hatin bikaranîn. Jixwe beriya wê gelek caran êrîşên dewleta Tirk ên bi rêya çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê têk çûn.

Roja 18`ê Adarê, piştî berxwedaneke bêhempa ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), artêşa Tirk a dagirker bajarê Efrînê dagir kir, heta roja îro jî, di çarçoveya pêvajoya duyemîn a Berxwedana Serdemê de berxwedana rizgarkirina Efrînê dewam dike.

Bi armanca rizgarkirina herêmên li ser sînorên Sûrî û Iraqê û parastina ewlehiya sînor, roja 5`ê Nîsanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li dar xist.

14`ê Gulanê, di çarçoveya hemleya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê de hêzên QSD`ê gundê Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Ev gund wekî deriyê leşkerî yê DAIŞ`ê di navbera Sûrî û Iraqê de bû. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê ji sê aliyên rojhilat, bakur û rojava ve, li herêmên rojhilatê Firatê hatin dorpêçkirin.

Roja 4`ê Hezîranê hêzên QSD`ê pêngava duyemîn a hemleya Bagera Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ`ê da destpêkirin. Armanca hemleyê herêma Deşîşa ya başûrê kantona Hesekê bû, ji bo rizgarkirina tevahiya herêmên sînor ên di navbera Sûriye û Iraqê de yên li rojhilatê Firatê. Di pêvajoya hemleyê de hêzên QSD`ê roja 24`ê Hezîranê herêmeke bi qasî 600 kîlometrekare rizgar kir, di nav de 31 gund û bajarokê Deşîşa yê stratejîk jî hebûn. Her wiha tevahiya herêma sînor di navbera Sûriye û Iraqê de ji çeteyan hate paqijkirin.

Roja 5`ê Tebaxê hêzên QSD`ê ragihand ku ew amade ne beramberî welatiyên Siwêdayê yên li ba DAIŞ`ê girtî ne, girtiyan veguhêzin. DAIŞ`ê roja 25`ê Tîrmehê êrîşî bajarê Siwêda yê Sûriyê kiribû û bi sedan welatiyên bajêr revandibûn.

Roja 5`ê Îlonê fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdê bi daxuyaniyekê tevlêkirina zarokên temenê wan kêmî 18 saliyê, di nava hêzên leşkerî de qedexe kir û diyar kir ku dê tevlêbûn li gorî xalên rêziknameya QSD`ê pêk werin. Ji aliyê xwe ve rêxistina mafên mirovan (Human Rights Watch) ev biryar bi erênî nirxand û diyar kir gaveke rast e di mijara parastina mafên zarokan li Sûriyê de.

Di 7`ê Îlonê de hêzn QSD`ê tevgereke ewlehiyê ya berfireh li bajarên Tebqa, Reqa û Dêrazorê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê da destpêkirin. Tevgerê 3 rojan dewam kir û nêzî 3 hezar şervan tev lê bûn. Di encamê de û li gorî daxuyaniyeke fermî hêzên QSD`ê bi dehan endamên çeteyan û yên girêdayî rejîmê girtin û dest danî ser gelek çek û cebilxaneyê.

Roja 10`ê Îlonê hêzên QSD`ê hemleya xwe ya dawî bi navê ‘Şerê Tunekirina Terorê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de ragihand. Hemle li dijî bermahiyên DAIŞ`ê ku li baregehên dawîn ên li rojhilatê Firatê dest pê kir. Hemleyê gund û bajarokên ji Hecîn, Sûse û Şafa dest pê kir û herêmeke bi qasî 35 km dirêj û 10 km fireh da ber xwe.

Roja 19`ê Îlonê YPG`ê bi armanca bêbandorkirina şaneyên çeteyan ên veşartî li Kobanê operasyonek pêk anî. Di operasyonê de bi dehan çeteyên girêdayî Tirkiyê hatin girtin û gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.

28`ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî gundên Kobanê û Girêspî zêde kirin.

31`ê Mijdarê, bi sedema êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî gel û herêmên bakurê Sûriyê, hêzên QSD`ê tevgera xwe ya leşkerî ya Şerê Tunekirina Terorê bi awayekî demkî rawestand.

Roja 1`ê Mijdarê dewriyeyên leşkerî yên hevbeş ên Tirkiye û Amerîkayê li bakurê Minbicê dest pê kirin. Dewriye li herêma di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Mertalê Firatê de geriyan û heta niha jî dewam dike.

Roja 2`yê Mijdarê yekemîn dewriyeyên hevbeş yên QSD`ê û hêzên koalîsyonê li ser sînorên Sûriyê û Tirkiyê geriyan, piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê û Girêspî.

Roja 11`ê Mijdarê hemleya Bagera Cezîrê (Şerê Tunekirina Terorê) piştî ku bi awayekî demkî rawestiyabû, dîsa dest pêkir.

21`ê Mijdarê, wezîrê parastinê yê Amerîkayê James Mattis ragihand ku wan dest bi çêkirina xalên çavdêriyê di navbera QSD û hêzên Tirkiyê de, li ser sînorên Sûriye û Tirkiyê kir.

Hêzên antîterorê yên girêdayî QSD`ê, di encama şopandin û tevgereke leşkerî de, yek ji rayedarên ewlehiyê yên DAIŞ`ê yê bi navê Usama Ubêd Elsalih ku welatiyê gundê Altana yê Dêrazorê ye, girt.

Roja 4`ê kanûnê YPG`ê şaneyeke ji 4 çeteyên girêdayî îstixbarata Tirk, girtin. Di çalakiyê de alavên teqemeniyê û çek jî hatin desteserkirin.

(k)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>