Behreyn: Sefaretxaneya me, li Sûriyê aktîv e  

Wezareta Karê Derve ya Behreyn diyar kir ku sefaretxaneyên herdu welatan jî aktif dixebitin.

Behreyn: Sefaretxaneya me, li Sûriyê aktîv e  
28 kanûn, 2018   09:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî vekişîna DYA’yê ji Sûriyê, welatên Ereb xwe nêzî rejîma Sûriyê dikin. Duh Erebîstana Siûdî dabû xuyakirin ku wê seferatxaneya wan li Sûriyê vebe. Îro jî Wezareta Karê Derve ya Behreyn diyar kir ku sefatetxaneyên herdu welatan jî aktif dixebitin.

Daxuyaniya Behreyn wiha ye;

“Qralyeta Behreyn diyar dike ku xebatên sefaretxaneyên wan ên li Komara Ereban a Sûriyê berdewam dikin. Hem sefaretxaneya Sûriyê ya li paytexta Behreyn, Manama yê û hem jî sefaretxaneya Behreyn ê ya li Şamê bi awayek aktif xebatên xwe didimînin.”