Artêşa Sûriyê ragihand ku ewê parastina sînorê Minbicê bikin

Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê daxuyand ku yekîneyên wan derbasî bajarê Minbicê bûne û bi israr in ku terorîstan tune bikin û hemû dagirkeran ji Sûriyê derxin.

Artêşa Sûriyê ragihand ku ewê parastina sînorê Minbicê bikin
28 kanûn, 2018   10:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê daxuyaniyek da û tê de daxuyand ku yekîneyên artêşa Sûriyê derbasî sînorê herêma Minbicê bûne.

Li gorî daxuyaniyê, yekîneyên artêşa Sûriyê derbasî sînorê bajarê Minbicê bûne û ala Sûriyê li wê derê hatiye hildan. Her wiha di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku divê keda hemû gelê Sûriyê di bin sîwana serweriya neteweyî de tev bigere, careke din israra xwe nû bike ku terorê tune bike û kesên êrîşkar û dagirker ji xaka Sûriyê derxe.

(bx)