Di nav ewlehiyê  de jiyana xwe didomînin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê jiyana xwe ya asayî didomînin û xiristiyanên bajêr cejna Noelê pîroz dikin. Lê dîsa jî gefên Tirkiyê yên dawî beşek di axaftina wan a rojane de cih digire.

Di nav ewlehiyê  de jiyana xwe didomînin
Di nav ewlehiyê  de jiyana xwe didomînin
Di nav ewlehiyê  de jiyana xwe didomînin
Di nav ewlehiyê  de jiyana xwe didomînin
Di nav ewlehiyê  de jiyana xwe didomînin
Di nav ewlehiyê  de jiyana xwe didomînin
Di nav ewlehiyê  de jiyana xwe didomînin
Di nav ewlehiyê  de jiyana xwe didomînin
Di nav ewlehiyê  de jiyana xwe didomînin
28 kanûn, 2018   09:06

RÊNAS REMO - KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Tirbespiyê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji herêmên xwe dûr xistin, di nav ewlehî û aştiyê de ne û di nav atmosfera jiyana hevpar de di navbera hemû pêkhateyên navçeyê ji Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî de jiyana xwe ya asayî didomînin. Lê îro li beramberî xetereya Tirkiyê ne ku ji xetereya DAIŞ'ê ne cuda ye. Bi taybet piştî binpêkirinên Tirkiyê der heqê şêniyên Efrînê de ji talankirina milk û malên wan, destavêtina jinan, rûxandina goristanan û hwd.

Suryaniyên navçeya Tirbespiyê bi rasthatina Cejna Noelê re berê xwe didin Dêra Dayika Meryem û ji bo ewlehî û aştiya herêmê dua dikin. Pêkhateyên Suryan navçeya xwe sembola aştî, aramî û jiyana hevpar dibînin. Bi rêya nimêjên xwe bang dikin ku navçeya wan sembola aştiyê bimîne û xetereya Tirkiyê jê dûr bikeve.

Her êrîşeke muhtemel, şerê man û nemanê ye

Şêniyên navçeyê diyar dikin ku gefên Tirkiyê ne nû ne û her êrîşeke muhtemel ji aliyê Tirkiyê ve, sedema şerê man û nemanê ye û dê ewlehî û aramiya xwe, destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest xistine, biparêzin. Ji ber wê berbijêrka berxwedanê dane ber çavên xwe.

Girêdayî mijarê Kendal Altî yê ji şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku ew ji gefên Tirkiyê natirsin, ji ber ku di destpêkê de şerê rêxistinên terorîst kirine û îro li hember rêxistina terorê ya herî mezin DAIŞ'ê bi ser dikevin. Altî destnîşan kir ku gelê herêmê azadî li şûna zilm û zordestiyê bijartiye, ji ber wê dê li hember gefên Tirkiyê bisekinin û ewlehî, aramî û azadiya xwe biparêzin.

Mistefa Xelef ji şêniyên navçeyê ye û destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker hemû rêbazên tepeserkirinê li kantona Efrînê piştî ku dagir kir, ji kuştin, koçberkirin, destavêtina jinan, guhertina demokrafîk pêk anî û mezerên olî wêran kir. Mistefa diyar kir ku wê nehêlbin sînaryoya Efrînê li herêmê dubare bibe.

(şx)

ANHA