2018`an li Bakurê Sûriyê pêngavên siyasî û dîplomatîk

Di nava 2018`an de li Bakurê Sûriyê pêngavên girîng di hêla siyasî û dîplomasiyê de pêk hatin. Ji wan pêngavan lidarxistina sêyemîn kongreya Meclisa Sûriya Demokratik (MSD),  hevdîtinên bi rejîmê re, damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên MSD`ê yên yekkirina opozîsyonyonê û pêşxistina diyaloga Sûrî-Sûrî û çareseriya aloziya Sûriyê.

2018`an li Bakurê Sûriyê pêngavên siyasî û dîplomatîk
28 kanûn, 2018   05:20

EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Di panoramaya sala 2018`an de em ê girîngtirîn geşedan û bûyerên siyasî û dîplomatîk li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê rêz bikin.

Kongreya sêyemîn û nûkirina pergala MSD`ê

Di 16`ê Tîrmeha 2018`an de Meclisa Sûriya Demokratîk 3`ymîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de rêzeguhertinên rêxistinî pêk hatin û Emîne Umer û Riyad Derar wek hevserokên MSD`ê hatin hilbijartin. Her wiha 41 kes ji bo endamtiya Meclisa Serokatiyê hatin hilbijartin. Di kongreyê de her wiha gelek biryarên girîng derketin, beşdarên kongreyê der barê avakirina Sûriyeya nenavendî de hemfikir bûn, her wiha biryar hat dayîn ku ji bo rêvebirina herêmên Bakurê Sûriyê koordînasyoneke hevbeş bê avakirin û ji bo rêvebirina meclisê jî desteya rêveber bê damezirandin.

Rêzehevdîtinên di navbera MSD û rejîma Sûriyê de

Li ser daxwaza rejîmê, di navbera MSD`ê û rejîma Sûriyê de rêzecivîn û hevdîtin pêk hatin. Civîn û hevdîtnên ku 26`ê Tebaxê dest pê kirin, di encamê de biryar hate dayîn ku komîteyên hevbeş bêne avakirin da ku diyalog û hevdîtinên di navbera her du alyan de bêne pêşxistin.

Ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Li ser biryarên kongreya sêyemîn, MSD`ê di 6`ê Îlone de li navçeya Eyn Îsa civînek li dar xist û di civînê de rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate damezirandin. Rêveberiyên xweser, meclisên herêmî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn. Rêveberiya nû piştî civîna demezirandinê 9 komîte ava kirin, ev komîte dê kar û barên hemû rêveberiyên Bakurê Sûriyê bi rê ve bibin.

Bi diyaloga Sûrî-Sûrî, MSD hewl dide yekitiya opozîsyonê saz bike

Di çarçoveya diyaloga Sûrî-Sûrî de MSD`ê di 18`ê Tîrmehê û 27`ê Mijdarê de du platformên cuda li dar xistin, bi armanca komkirin û yekkirina nêrînên hêzên opozîsyonê der barê çareseriya aloziya Sûriyê de. Di civîna yekemîn de biryar hate dayîn ku komîteya şopandinê bê avakirin, dê ev komîte bi hemû alî û hêzên welatparêz re bikeve nava têkiliyê da ku amadekariyên civînên din bêne kirin. Di civîna duyemîn de jî hin biryarên girîng derketin, ji wan biryaran “Pêwîst e çareseriya siyasî bi pêş bikeve, bi awayekî ku hemû pêkhate beşdarî xebatên amadekirina destûr (makezagon) û pêvajoya siyasî bibin. Girîng e dagirkeriya Tirk  û çeteyên wê ji axa Sûriyê derkeve.”

Berjewendiyên navdewletî li ser Efrînê û xebatên rizgarkirina wê

Di encama lihevhatina di navbera Tirkiye û Rûsyayê de û bazara firotina Efrînê beramberî ku herêmên başûr û navenda Sûriyê ji çeteyan bên paqijkirin, di 20`ê Kanûnê de êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Efrînê dest pê kirin. Di encamê de roja 18`ê Adarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir.

Di navbera rojên 18 û 21`ê Hezîranê de Konferansa Rizgarkirina Efrînê dest pê kir. Di konferansê de biryara bilindkirina têkoşîn û berxwedanê di hêlên siyasî, dîplomasî û leşkerî de hate dayîn, li gorî biryaran li hundir û derve komîte hatin avakirin, her wiha piştgiriya berxwedana şervanên ku li hemû deverên Efrînê belav bûne, hate kirin.

Bi armanca eşkerekirin û teşhîrkirina binpêkirinên artêşa Tirk li gel û xaka Efrînê, di 2-4`ê Çileyê de yekemîn komcivîna navneteweyî der barê qirkirina nîjadî û guhertina demografîk li Efrînê de hate lidarxistin. Beşdarên komcivînê di civînê de li ser hin biryar û pêşniyaran li hev kirin. Her wiha daxwaz kirin ku li herêmên Bakurê Sûriyê qedexeya esmanî were ferzkirin da ku bûyera Efrînê dubare nebe. Her wiha ji bo şopandina biryarên komcivînê komîteyek hate avakirin. Her wiha biryar hate dayîn ku navendeke belgekirina binpêkirinan were avakirin da ku binpêkirinên dewleta Tirk belge bike, komîteyek zagonî bê avakirin da ku li dijî dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî dozan û binpêkirinên dewleta Tirk pêşkêşî saziyên navdewletî bike.

Guhertina pergala TEV-DEM`ê û bihêzkirina rêveberiyê

Di 27`ê Tebaxa 2018`an de kogreya 3`yemîn a TEV-DEM`ê hate lidarxistin. Nêzî 500 delege ji herêmên cuda yên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên meclisên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de hevserokatî û meclisa ji 64 endaman pêk tê, hate hilbijartin. Her wiha TEV-DEM`ê di nava salê de 3 navendên nû vekirin. Di encama kongreyê de şêwazên xebatên TEV-DEM`ê hatin guhertin û dê TEV-DEM bi rêya saziyên sivîl hemû beşên civakê bi rêxistin bike.

Damezirandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê

Roja 27`ê Adarê kongreya damezirîner a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarê Reqayê hate lidarxistin. Di kongreyê de Îbrahîm Qeftan û Hevrîn Xelef wek serokê partiyê hate hilbijartin, her wiha ji hemû herêmên Sûriyê endamên meclisa partiyê hatin hilbijartin. Di nava salê de partiyê 8 şaxên xwe li seranserî axa Bakurê Sûriyê vekirin.

Kongreya duyemîn a Partiya Yekitiya Suryan

Roja 1`ê Hezîranê Partiya Yekitiya Suryan kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Di kongreyê de hate tekezkirin ku pêwîst e aloziya Sûriyê bi destê gelên Sûriyê bê çareserkirin. Her wiha di kongreyê de meclisa giştî ya partiyê ya ji 21 endaman hate hilbijartin û hevserokatiya partiyê jî hate hilbijartin.

Firehkirina qada xebatên dîplomasiyê

Di nava sala 2018`an de, li herêmên Bakurê Sûriyê gelek serdanên dîplomatîk çêbûn. Piraniya şandeyan dixwest sîstema li Bakurê Sûriyê ji nêz ve bibînin, her wiha jiyana welatiyên herêmê yên di bin gefan de bişopînin, rewşa koçberên ku ji herêmên rejîmê û yên ji zilma dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ`ê revîne û xwe spartine herêmên rêveberiya xweser, bibînin.

Serdanên şandeyan

Ji wan serdanan, serdana şandeya Brîtanyayê roja 4`ê Çileyê pêk hat û hefteyekê dewam kir.

Serdana şandeya Wezareta Karên Derve ya Fransayê rojên 17`ê Kanûnê û 13`ê Tîrmehê.

Serdana şandeya parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê 15`ê sibatê, 5 rojan dewam kir.

Serdana balyozê Amerîkaym yê berê Bîter Kalbris roja 10`ê Nîsanê.

Serdana şandeya Îtalyayê roja 23`ê Gulanê ku ji çalakvanên siyasî pêk dihat û 16 rojan dewam kir.

Serdana parlamenterên Alman roja 28`ê Gulanê û 5 rojan dewam kir.

Serdana şandeya Rêxistina Dostaniya Kurd û Brotonê, roja 14`ê Hezîranê, 3 rojan dewam kir.

Serdana nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di nava Koalîsyona Navneteweyî de William Roubak, roja 7`ê Tebaxê.

Serdana şandeya Saziya Eldelîl a Ewropa-Fransî roja 1`ê Cotmehê, hefteyekê dewam kir.

Şandeya bijîşkên Belçîkayê roja 16`ê Cotmehê, hefteyekê dewam kir.

Şandeya nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di nava koalîsyona navneteweyî de William Robak û Max Martin roja 7`ê Mijdarê.

Serdana şandeya Xaça Sor a Navneteweyî roja 20`ê Mijdarê û 6`ê Çileyê ku ji berpirsê Xaça Sor a Sûriyê Maryan Kasir û endamên rêxistinê pêk dihat, serdan rojekê dewam kir.

Serdana endamê Kongreya Amerîkayê Tomas Aleksander Garet û endamên Rêxistina Borma ya Azadîxwaz a Cîhanî, roja 23`ê Mijdarê, hefteyekê dewam kir.

Serdana wezîrê karên derve yê Fransayê yê berê Bernard Kouchner roja 1`ê Çileyê, 3 rojan dewam kir.

Roja 29`ê Adarê şandeya Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê bi serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Wezareta Karên Derve ya Fransayê re hate gel hev.

(kn)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>