ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.12.2018
28 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Bi armanca nîqaşkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yekitiya Rewşenbîrên Dêrikê civînekê li hola Navenda Dicle ya Çand û Hunerê li dar dixe, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvendanê ya bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê  li herêma Serêkaniyê bi beşdarbûna şêniyên bajarê Hesekê di roja 10‘an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) kongreya xwe ya 6‘emîn li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00.

-Pêkhateyên Ereb ên herêma Dêrikê îdiayên dewleta Tirk a dagirkirin ku dibêjin ew ê kurd û erebên herêmê rizgar bikin derewandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata Alko ku ji qetlîma dewleta Osmanî filitiye, da zanîn ku dewleta Osmanî Ermen bi zorê dikirin misilman û niha jî DAIŞ heman tiştî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PANORAMA

- Di nava 2018`an de li Bakûrê Sûriyê pêngavên girîng di hêla siyasî û dîplomasiyê de pêk hatin. Ji wan pêngavan lidarxistina sêyemîn kongreya Meclisa Sûriya Demokratik (MSD),  hevdîtinên bi rejîmê re, damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên MSD`ê yên yekkirina opozîsyonyonê û pêşxistina diyaloga Sûrî-Sûrî û çareseriya aloziya Sûriyê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku pêşketinên dawî yên ku li herêmê rû dane diyar dike ku dê gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî kaxizên herî bi hêz bin.

-Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku di nav geşedanên dawî yên ku li herêmmê rû dane de dê gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî kaxizên herî bi hêz be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Meclisa Jin a El-Cezerat a girêdayî Dêrazorê 98 komînên jin ava kirine û bi sedan dozên girêdayî jinan çareser kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên ku beşdarî Konferansa 1'emîn a Jina Minbicê bûne, gotin li gel gefên Tirkiyê li dijî herêmê lidarketina konferansê ji bo jinê bi xwe serkeftinek e. Her wiha teqez kirin ku gelê Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman û Çerkez dê li hember artêşa Tirk a dagirker bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Komeke ciwanên Kurd ên bajarê Qamişlo ji bo balê bikşînin ser gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Ji bo komkujiyên li ser gelê Kurd dûbare nebin û ji bo netew û kurdiyeta me" meşekê li dar dixin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAN Û JIYAN

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê jiyana xwe ya asayî ji amadekariyên cejna Mîladê, kirîna pêdiviyên malan û çûndina zarokan dibistanên xwe didomînin. Lê dîsa jî gefên Tirkiyê yên dawî beşek di axaftina wan a rojane de cih digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA