Çepa Şoreşger banga piştgirî û parastina tecrûbeya rêveberiya xweser kir

Şepêla Çepa Şoreşger a Sûriyê ku nû beşdarî MSD‘ê bûye got, tecrûbeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrubeyeke dewlemend û guncaw e û kilîta yekitiya Sûriyeyê ye. Şepêla Çepa Şoreşger a Sûriyê banga piştgirî û parastina vê tecrûbeyê kir.

Çepa Şoreşger banga piştgirî û parastina tecrûbeya rêveberiya xweser kir
27 kanûn, 2018   21:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Şepêla Çepa Şoreşger a Sûriyê daxuyaniyeke weşand, tê de bang li hêzên demokratîk kirin ku piştgiriyê bidin tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku binkeftina vê tecrubeyê tê wateya binkeftina azadî, demokraziyê, her wiha binkeftina têkoşîna gelê demokratîk û civakî ye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin got: "Tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrûbeyeke dewlemend û guncaw e û ji bo rizgarkirin û demokratîkbûyîna tevahî Sûriyê û yekitiya gelê wê kilît e. Li ser vê yekê ji erka hêzên demokratîk û çepger ên Sûriyê ye ku destek û piştgiriyê bidin vê hêzê û wê biparêzin, ji ber binkeftina wê tê wateya binkeftina azadxwaz û demokrasîxwazên welatên me, her wiha têkçûyîna têkoşîna gelê me yê demokratîk û civîakî ye."

Şepêla Çepa Şoreşger li Sûriyê di 15‘ê Kanûnê de tev li Meclisa Sûriyeya Demokratîk bû. Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyekê tevlêbûna Şepêla Çepa Şoreşger li Sûriyê ya nava meclisê ragihand.

ANHA