Şêniyan sersaxî ji malbata şehîd Îmad El-Mensûr re xwestin

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê sersaxî ji malbata şehîda Îmad El-Mensûr re xwestin. Şehîd Îmad Mensûr di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû.

Şêniyan sersaxî ji malbata şehîd Îmad El-Mensûr re xwestin
Şêniyan sersaxî ji malbata şehîd Îmad El-Mensûr re xwestin
Şêniyan sersaxî ji malbata şehîd Îmad El-Mensûr re xwestin
Şêniyan sersaxî ji malbata şehîd Îmad El-Mensûr re xwestin
26 kanûn, 2018   15:01

QAMIŞLO

Bi sedan şênî û şervan tev li merasîma sersaxiya şehîd Îmad El-Mensûr(Zewba Ednan) bûn. Konê sersaxiyê li ber navenda Hêzên Parastina Civakî ya navçeya Til Koçerê hat vedan.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Piştre, ji fermendarên YPG'ê Şengal Til Koçer axivî û  sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha domand: "Şervanên me li eniyên şer ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê berxwedanek bêhempa nîşan didin. Ji vir ji bin konê rûmetê em şervanan hemû silav dikin."

Di axaftina xwe de Til Koçer gefên Tirkiyê bi bîr xist û got:"Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Ji lewre heta dawiyê em ê bibin mertala ku herêm ji her êrîşekê biparêze û sozên xwe bi şehîdan re bînin cih."

Paşê, hevserokê Desteya Şûnwar û Turîzmê Hisên El-Elî axivî û ev tişt anî ziman:"Ji destpêka şoreşê ve pêkhateyên herêma Til Koçerê ji Kurd, Ereb û Suryan ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê û ji bo parastina xak û destkeftiyên şoreşê şehîd dane."

Hisên El-Elî destnîşan kir ku ew ji şehîdan re wefedar in û dê nehêlibin xaka ku bi saya xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin were dagirkirin.

Di merasîmê de birayê şehîd Îmad, Ehmed El-Mensûr bi navê malbatê axivî û got ew bi şehadeta birayê xwe serbilind in. Ehmed tekez kir ku Îmad şehîdê azadiyê ye.

Her wiha axaftin bi navê Kongreya Star, meclisên navçeya Girkê Legê û Dêrikê hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdên azadiyê re bi dawî bû.

(şx)

ANHA