Di merasîma şehîdan de banga yekitiyê hat kirin

Bi sedan ji şêniyên kantona Hesekê ya herêma Cizîrê cenazeya şervanên QSD`ê Can Fîda û Zinar Hesekê oxir kirin.

Di merasîma şehîdan de banga yekitiyê hat kirin
Di merasîma şehîdan de banga yekitiyê hat kirin
Di merasîma şehîdan de banga yekitiyê hat kirin
Di merasîma şehîdan de banga yekitiyê hat kirin
Di merasîma şehîdan de banga yekitiyê hat kirin
26 kanûn, 2018   14:44

HESEKÊ

Bi sedan ji şêniyên Hesekê beşdarî merasîma herdu şervanên QSD`ê  Ebdullezîz Xidir (Can Fîda) dema li ser erka xwe bû 21`ê Kanûnê şehîd bûbû û Elî El-Iweyid (Zinar Hesekê) yê di Şerê Tinekirina Terorê de 17`ê Kanûnê şehîd bûbû, bûn.

Li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê El-Dawûdiyê merasîma oxirkirina herdu şehîdan, bi toraneke leşkerî hate destpêkirin.

Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdullzîz û ji fermandarên QSD`ê Ebû Elî axivîn û sersaxî ji malbatên herdu şehîdan xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Her wiha di axaftinan de hate gotin ku divê li dijî gefên li ser herêmê, hemû pêkhate yekitiya xwe zêdetir xurt bikin.

Piştre, wesîqeta herdu şehîdan hat xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Şêniyan cenazeyên herdu şehîdan bi tilîliyên dayîkan û siloganên şehîd namirin, spartin axê.

(ekîb)

ANHA