Ji çalakiya mertalên zindî li ser sînor peyamên berxwedanê

Şandeyên ku tev li çalakiya mertalên zindî li ser sînor dibin teqez dikin ku ew pişta xwe nadin dewletên derve lê bi vîn û hêza gelê xwe bawer in.

Ji çalakiya mertalên zindî li ser sînor peyamên berxwedanê
Ji çalakiya mertalên zindî li ser sînor peyamên berxwedanê
Ji çalakiya mertalên zindî li ser sînor peyamên berxwedanê
Ji çalakiya mertalên zindî li ser sînor peyamên berxwedanê
Ji çalakiya mertalên zindî li ser sînor peyamên berxwedanê
26 kanûn, 2018   15:59

HESEKÊ

Çalakiya mertalên zindî ya bajarê Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê li ser xeta sînor di roja xwe ya 8'emîn de berdewam e. Şênî weke mertalên zindî li hember arêtş Tirk a dagirker disekinin. Di roja 8'emîn a çalakiyê de şanedeyek ji MSD'ê, rûspiyên êlan, partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Di çalakiyê de bi navê Meclisa Êlên Kurd Seed Ferman axivî û diyar kir ku ragihandina Tirkiyê şer li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê isbat dike ku ew dijminahiya yekîtiya Sûriyê dike û ev tişt destnîşan kir: "Divê hikumetên navdewletî bizanbin ku ev gef di çarçoveya vejandina DAIŞ'ê de ye. Em wek gelên herêmê dê li hember van gefan bisekinin mîna ku li hember DAIŞ'ê sekinîne."

Ji aliyê xwe ve Şêx Fewaz El-Zewba bi navê Êlên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û destnîşan kir ku ew ê sekna qehremanan li hember gefên Tirkiyê bisekinin û  rê nedin Tirkiyê dest bavêje xaka wan. Di berdewama axaftina xwe de şêx Fewaz teqez kir ku yên ku herêm rizgar kirine ew zarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji lew re vegerandina pêvajoya DAIŞ'ê nayê qebûlkirin.

Bi navê Partiya Muhefezkeran cîgirê Sekretêrê Giştî yê partiyê Ekrem Mehşûş axivî û got: "Em li vir li hember Tirkiyê disekinin û ji hemûyan re dibêjin, em parastvan in ne êrîşker in. Wek pêkhateyên herêmê ji bo avakirina yekîtiya xwe em hevkar in. "

Di nav axaftina xwe de Ekrem Mehşûş  got: "Me parastina cîhanê kir û rê neda ku teror belav bibe. Îro jî bi nêzikbûna tunekirina DAIŞ'ê re Tirkiyê gefa êrîşan li herêmê dixwe. Ev gefên Tirkiyê pêkhateyên herêmê hemû dike hedef."

Di dawiya axaftina xwe de Mehşûş teqez kir ku ew pişta xwe nadin dewletên derve û bi taybet Amerîkayê, lê belê bi hêz û vîna gelê xwe bawer in.

Tirkiyê biratiya gelan dike hedef

Bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê endamê partiyê Mihemed El-Mûsa axivî û şervanên li eniyên şer ku herêm diparêzin silav kir û got: "Şerê îro li dijî tevahiya gelê Sûriyê ye. Tirkiyê biratiya gelan dike hedef. lê em ê bi yek rêzî li hember êrîşên wê bisekinin."

Endamê Partiya Çep a Kurd Ezher Ehmed gefên Tirkiyê şermezar kir û teqez kir ku ew ê li rex çalakvanan bisekinin. Her wiha bang li tevahiya partiyan kir ku li hember destwerdana Tirk hevgirtina xwe ava bikin, ji ber ku Tirkiyê gelên herêmê yên ku li hember terorê û komên radîkal li berxwe dane dike hedef.

Ji aliyekî din ve endamê Meclisa Giştî yê MSD'ê Şêxmûs Ehemd êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û piştevaniya xwe bi gelê herêmê re li hember dagirkeriya Tirk tekez kir û wiha pê de çû: "Tirkiyê bi armanca têkbirina projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefa êrîşan li herêmê dixwe."

Di dawiyê de Şêxmûs bang li civaka navdewletî kir ku li dijî Erdogan û partiya wî ya faşîst bisekinin û teqez kir ku berxwedan berbijerka tekane ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha destnîşan kir ku ew ê piştgiriya hêzan li eniyên şer bikin.

(şx)

ANHA