Şêxên êlên Firatê bang li êlên Sûriyê yên li Tirkiyê û gundewarên Helebê kirin

Şêxên êlên Firatê bi dirûşmeya”Dest bi dest ji bo têkbirina terorê û bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê ji axa Sûriyê”li hev kom bûn û got:" Em bang li birayên me yên êlên Sûriyê ku li Tirkiyê û bakurê gundewarê Helebê ne dikin ku em vê agirê ku wê rê li ber neyê girtin û dê herêm bi xwe re bişewtîne, vemrînin, dikin.”

Şêxên êlên Firatê bang li êlên Sûriyê yên li Tirkiyê û gundewarên Helebê kirin
26 kanûn, 2018   13:39

REQA

Îro bi dehan ji şêxên êlên Firatê yên Kurd û Ereb, ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li li eywana El-Tac a li ber Stada Firat a Reqayê hev kom bûn.  

Piştî civîn bidawî bû, daxuyaniyek bi navê rûsipiyên êlên Firatê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê yek ji rûsipiyên êla El-Begara ya Dêrazorê Xelef Esed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Êdî gelên herêmê têghiştine ku pergla Tirkiyê yê heyî li ser tevahiya herêmê xeter e. Ji ber ku dewleta Tirk a herî zêde desteka komên terorîst û tundrew dike. Tirkiye sînorên xwe ji bo ku teror derbasî Sûriyê bide vekir û bi awayekî mezin piştgiriya wan koman kir. Piştre bi awayekî hovane mudexeleya Sûriyê kir û xakên Sûriyê ji Cerablus, Idlib, Bab, Ezaz û ya herî dawî Efrîn dagir kir. Şêniyên Efrînê di dirêjahiya 58 rojan de li hember dagirkeriyê li berxwe dan û YPG`ê û YPJ'ê destanên lehengiyê xêz kirin.

Destwerdanên Tikriyê di Sûriyê de hêviyên gelê Sûriyê a pêşerojek azad û demokratîk tune kir û Sûriyê ber bi geliyek tarî ve bir. Tirkiye hewl dide Sûriyê parçe bike û dixwaze di bin desthilatdariya komên radîkal de pergalên girêdayî xwe ava bike yên ku rola herî mezin di wêrankirina welat de lîstine.

Wek şêx êl û qebîleyên Firatê yên Sûriyê em destwerdanên Tikriyê yên hovane di kar û barên neteweyî yên Sûriyê de şermezar dikin. Em tekez dikin ku firehbûna Tirkiyê li herêmê û desteka wê bi komên radîkal re dê rola wan koman li ser asta cîhanê mezintir bike. Ev pergal li ser mirovahiyê xeter be û dibe ku bi rûyek din ku Tirkiyê jê re nîşan bide DAIŞ ji nû ve vegere.

Divê gelên cîhanê têbighêjin ku eger Tirkiyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike wê li ser ewlehiya wan xeter be û dê komên radîkal û terorîstên DAIŞ'ê vegerin welatên xwe li Ewropayê û ewlehiya wê têk bibin.

Ji lewre divê civaka navdewletî mîna tameşakeran li cihê xwe nemîne, lê belê bi lez mudexele bike gefan bi dawî bike û zextê li Tirekiyê bike da ku ji Sûriyê û herêmên ku dagir kirî derkeve.

Zarokên vê herêmê li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kirin, ji herêmê qewrandin  û tune kirin. Ew ji bo parastina tevahiya gelên cîhanê şehîd bûn, ji lewre ew şehîdên mirovahiyê ne.

Pêwîst e gelên cîhanê roja îro, li dijî gefên Tirkiyê bêdeng nemînin, bila zanibin ku qêrîneke wan dê wijdanê wan rehet bike û dê fişarê li ser hikûmetên wan bike ku van gefan rawestînin.

Êdî dem hatiye ku gel hevgirtina xwe ava bikin û li hember pergalên dîktatoriyê yên ku hewl didin tevliheviyê belav bikin û terorê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, bisekinin.

Her wiha em bang li birayên me yên êlên Sûriyê ku li Tirkiyê û bakurê gundewarê Helebê ne dikin ku piştevaniya Tirkiyê nekin. Ji ber ku em bira û pismamên hev du ne. Em bang li we dikin bi me re hevkar bin da ku em vê agirê ku wê rê li ber neyê girtin û dê herêm bi xwe re bişewtîne, vemrînin.

Îro em bang dikin vegerin da ku em xaka xwe bi hev re biparêzin û vê nakokiya ku bû sedema herikîna xwîna welatiyên Sûriyê bisekinînin.

Êdî bes e bûyerên ku me di dirêjahiya salên borî de ji kuştin, wêrankirin û koçberkirinê jiyan kiriye. Werin em bi hev re di kêf û şîniyê de bijîn û ewlehiya vî welaî vegerînin.

Di dawiyê de em bang li tevahiya welatparêzên Sûriyê dikin ku bi yek rêzî li hember timayên Osmaniya nû bisekinin û tevahiya herêmên dagirkirî di serî de Efrînê vegerînin. Em bang li civaka navdewletî dikin da ku bi berpirsyariyên xwe rabin û li hember xeteriya li ser herêmê helwestên cidî û bi lez nîşan bidin. Eger Erdogan êrîşî herêmê kir dê herêm derbasî pêvajoya şer û tevliheviyê bibe û dê kesek an jî dewletek nikaribe xwe ji bandorên vî şerî bidin aliyekî û tekane aliyê ku dê sûd ji vî şerî bigire komên terorîst be.

Bijî Sûriyê ji hemû gelê Sûriyê re

Dest bi dest ji bo qewirandina terora DAIŞ'ê û bi dawîkirina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê.”

(ekîb)

ANHA