Li Yemenê aliyên dijber li hev civiyan

Berpirsekî alîgirê hikumeta Yemenê ji ajansa nûçeyan AFP’ê re eşkere kir ku komeke çavdêrên agirbestê bi serkêşiya NY’yê ku di nav de aliyên dijber ên Yemenê jî hene, civînek li bajarê El-Hudeyda organîze kir.

Li Yemenê aliyên dijber li hev civiyan
26 kanûn, 2018   13:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Agirbesta ku li bajarê El-Hudeyda ya di bin serweriya Hûsiyan de, aştî û şanseke ji bo bidawîkirina şerê çar salan e.

Generalê Hollandî yê berê Patrick Camert ji bo komîteya hevbeş û çavdêriya agirbestê hatiye erkdarkirin. Her wiha komîte ji berpirsên hikumeta Erebistana Siûdî û Hûsiyên piştevaniya xwe ji Îranê digirin, pêk tê.

Berpirsekî hikumeta Yemenê ku nexwest navê xwe diyar bike, ji ajnasa AFP’ê re ragihand ku bi erebeyên NY’yê endamên ku di civînê de amade bûne, veguhastin civîna ku li rojhilatê bajêr çêbûye. Her wiha got ku encamên civînê baş in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku aliyên dijber li ser pêşniyaran li hev kirine. Pêşniyarên wekî rewşa siyasî piştî şer û jinûveavakirina balafirgeha paytext Senaayê.

Piştî destwerdana Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî ya ku li rex hikumetê ye, şer di navbera Hûsiyan û hêzên alîgirê serok Ebid Rebo Mensûr Hadî de ji sala 2015’ an ve zêde bûye.