Tirkmenên Minbicê: Bi yekbûna me dê êrîş têk biçin

Şêniyên pêkhateya Tirkmen li bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê gefên Tirkiyê li ser bajarên wan şermezar kirin û teqez kir ku ew ê bi şêniyên bajarê xwe re li pêşiya gefên dewleta Tirkiyê bisekinin.

Tirkmenên Minbicê: Bi yekbûna me dê êrîş têk biçin
Tirkmenên Minbicê: Bi yekbûna me dê êrîş têk biçin
Tirkmenên Minbicê: Bi yekbûna me dê êrîş têk biçin
26 kanûn, 2018   13:44

MINBIC

Şêniyên pêkhateya Tirkmen li Stada El-Beledî li navenda bajarê Minbicê kom bûn, bi dehan endamên komîte, saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê beşdar bûn. Pankarta bi zimanên erebî û tirkî ya bi nivîsa "Pêkhateya Tirkmen li Minbicê destwerdana Tirkiyê li Minbic û Sûriyê şermezar û red dike" hate vekirin.

Daxuyanî bi zimanên tirkî û erebî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em pêkhateya Tirkmen li bajarê Minbicê û gundên wê ji her kesî re radigihînin ku em bi birayên xwe li bajêr ji hemû pêkhateyên wê me bi hev re dara azadiyê çand û bi xwîna şehîdan av da. Dema ev dar mezin bû û mêweyên xwe dide ku civakekî demokratîk azad ava bike û tehma azadiyê li bajarê ku rêgezên edalet û rêzdayînê di nava hemû pêkhateyên wê de hîs dikin û avakirina civakekî pirreng û nenavendî demokratîk dibînin. Dijmin dest bi bilindkirina dengê xwe kir, ji nehezkirina xwe ji vê pêşketin û destkeftiyan re gotegotan û reklaman belav dike ku em nikarin bi tena serê xwe parastina xwe bikin.

Bila her kes bizane ku em dikarin li pêşiya gefên dewleta dagirker a Tirk bisekinin, em hewl didin parastina bajar û destkeftiyên xwe bikin. Em ê heta dawiyê jiyana azad ji gelê xwe re bi yekbûna me bi birayên xwe ji pêkhatyên din re, peyda bikin.”

(jo)

ANHA