Îlham Ehmed: Cîhan hebûna Tirkiyê li Sûriyê red dike

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed di civîna êlên Ereb û Kurd ên Firatê de axivî û da zanîn ku têkiliya wan bi gelek dewletan re heye û hemû cîhan li dijî hebûna Tirkiyê li Sûriyê ye.

Îlham Ehmed: Cîhan hebûna Tirkiyê li Sûriyê red dike
Îlham Ehmed: Cîhan hebûna Tirkiyê li Sûriyê red dike
Îlham Ehmed: Cîhan hebûna Tirkiyê li Sûriyê red dike
Îlham Ehmed: Cîhan hebûna Tirkiyê li Sûriyê red dike
Îlham Ehmed: Cîhan hebûna Tirkiyê li Sûriyê red dike
Îlham Ehmed: Cîhan hebûna Tirkiyê li Sûriyê red dike
26 kanûn, 2018   13:29

REQA

Bi dirûşma “Dest bi dest, terorê têk bibin û dagirkeriya Tirk li Sûriyê bi dawî bikin” îro li Eywana El-Tac a li ber Stada Firat a Reqayê civînek bi beşdarbûna bi sedan rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên herêma Firatê hate lidarxistin.

Civîn li ser banga rûspiyên êlên herêma Firatê pêk hat. Civîn ji aliyê Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate birêvebirin.

Êlên Ereb ên ku tev li civînê bûne wiha ne: El-Wilda, El-Begara, El-Igêdat, El-Neîm, Elbû Hemîd, El-Efadle, El-Mecadme, Şemir, Benî Sultan, Benî Umer, El-Cebat, El-Cilîsat, Elbû Cabir, Elbû Şeban, Elbû Xemîs, El-Şibil, El-Wehb, El-Icêl, El-Hewîwat, Benî Xalid, Elbû Esaf, El-Emîrat, El-Nasir. Her wiha êlên Kurd jî yên beşdarî civînê bûne wiha ne: Şêxan, Kêtikan, Iledîn, Bîjiyan, Şedadî.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan di civînê de axivî û diyar kir ku ew îro li vir kom bûne da ku rewşa dawîn a Sûriyê û bi taybet Bakurê Sûriyê nîqaş bikin û wiha dewam kir: “Amerîka tenê ji bo berjewendiyên xwe hat, hemû dewlet ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê tev digerin.”

El-Qeftan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Pirsgirêkên vê herêmê bi beşdarbûna rûspiyên êlan têne çareserkirin, lewre dewlet nikarin pirsgirêkên me çareser bikin. Hêzên me QSD`ê şer kir û herêmên me ji terorê rizgar kirin. Gelê herêmê careke din DAIŞ yan jî dewleta Osmanî ya nû naxwaze.”

El-Qeftan diyar kir ku ew ji bo danûstandinên bi hemû aliyan re hazir in.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed jî axivî û got: “Em dikarin bibêjin me gelek destkeftî li dijî terorê bi dest xistine û taybet di mijara jinûveavakirinê de. Vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê ne tê wateya vekişanda Koalîsyona Navneteweyî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê li ser dewletan xetere ne û heta niha gelek DAIŞ`î di zindanên wan de ne. Îlham Ehmed wiha pê de çû: “Em niha di pêvejoyeke ragihandina însiyatîfeke nû de ne. Em ê di wê de dewam bikin û bi hemû awayî em ê zextê li rêjîmê bikin da ku parastina rûmeta Sûriyê bike. Her kes dipirse dê kî şûna Amerîkayê tijî bike eger xwe vekişîne? Em dibêjin QSD niha li eniyên şer e û dê li pêşiya hemû êrîşên ji derve ku gefan li ewlehiya gelê me dike, bisekine."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Tirkiyê plana êrîşkirinê daniye û hêzên xwe li ser Minbicê kom kirine lê xuya ye ku Amerîka ji sînorê Minbicê venakişe û wiha got: “Hebûna DAIŞ`ê li Sûriyê xetereyê li ser dewletên Ewropayê dike, eger Tirkiye êrîşî van herêman bike dê şerê li Sûriyê dewam bike û dê koçberkirineke din li welatên derve çêbe û her kes dizane Tirkiye dewleta sereke ye ku destekê dide terorê û hewl dide fitne û aloziyê di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de derxe.”

Îlham Ehmed wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em naxwazin şer li ser xaka me çêbe, me bi xwîna şehîdan ewlehî û îstîqrar pêk anî, me êşa koçkirin, kuştin û hilweşandina mala me dîtin, em tu carî destwerdanên ku rûxandina bajarên me dewam bike, qebûl nakin.”

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêzên me terora ku hemû cîhan jê ditirse tune kir û dikare li pêşiya çeteyan bisekine. Eger em bibin yek em ê vê baweriyê gezenc bikin ji ber ku me parastina dewletan ji DAIŞ`ê kir û ewlehî pêk anîn, tiştekî kesî li cem me tune û em ê pêşeroja Sûriyê bi hemû gelê Sûriyê re nîqaş bikin, em bi hemû dewletan re têkildar in û hemû dewlet hebûna Tirkiyê li Sûriyê red dikin."

Paşê, nûnerê qebîleya El-Weldê û hevserokê Meclisa Zagosaz a bajarê Tebqayê Şêx Hamid El-Ferec wiha got: "Divê em destekê bidin hêza QSD`ê ku em ji terorê rizgar kirin, em li vir kom bûne ku ji Erdogan û kesên ku pê re kar dikin bibêjin em ê li dijî we bisekinin û parastina xaka xwe bikin, Erdogan nikare dagirkeriya Osmaniyan li ser xaka me ji nû ve vejîne.”

‘Divê em Cerablus, Bab û Efrînê rizgar bikin’

El-Ferec wiha dewam kir: "Divê hikumeta Sûriyê û her kesê azad li vî bajarî bi birayên xwe li Bakurê Sûriyê re û dijminê ku gefan li herêmên me dixwe bisekinin, divê em demografyaya Sûriyê mîna Bab, Cerablus û Efrînê rizgar bikin, ji ber ku ev ax, axa Sûriyê ye."

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed der barê serdana MSD`ê li Fransayê de wiha got: “Me ji wan xwest qedexeya firîna balafiran li van herêman bê ferzkirin, em li benda encaman in, lê em dibînin bi rêya daxuyaniyên ku serokê Fransayê dide, ew terkkirina hevkarên xwe red dikin û li dijî biryara vekişandina Amerîkayê ne. Em bawer dikim ku her dewletên di koalîsyonê de vê biryarê red dikin.”

Piştre nîqaş der barê hevgirtina hemû pêkhateyan li dijî gefên Tirkiyê de hatin kirin. Tê payîn civîn vi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

ANHA