6 meh cezayê girtîgehê li Rêbwar Telebanî hat birîn

Dadgeha Giştî ya Kerkûkê 6 mehe cezayê girtîgehê da Serokê Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî.

6 meh cezayê girtîgehê li Rêbwar Telebanî hat birîn
26 kanûn, 2018   13:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî belgenameya ku bi dest Rojnewsê ketiye, Dadgeha Giştî ya Kerkûkê, bêyî ku Serokê Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî amade be, 6 meh cezayê girtîgehê lê birî.

Her wiha Dadgeha Giştî ya Kerkûkê fermannameya girtina  Serokê Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ji bo Rêveberên Polîsan şandiye.

Serokê Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî piştî bûyerên 16'ê Cotmeha sala 2018'an ji bajarê Kerkûkê derketiye. Ji wê demê ve Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê ti civînên fermî nekiriye.