YPJ’ê dewreyek ji pêkhateyên Ereb bi dawî kir

Akademiya Şehîd Necbîr a şervanên nû dewreya bi navê Şehîd Berfîn ku ji pêkhateyên Ereb pêk tê bi dawî kir.

YPJ’ê dewreyek ji pêkhateyên Ereb bi dawî kir
26 kanûn, 2018   12:05

HESEKÊ

Li herêma Şedadê ya Kantona Hesekê bi dehan şervanên Ereb piştî perwerdeyê tevlî şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûn. Dewreya ku têde dersên bîrdozî û leşkeri hat dayîn, 40 rojî berdewam kir.

Merasîma girtina dewrê bi deqeyeke rêzdariyê destpêkir. Piştî wê fermandara YPJ Leyla Waşokanî girtina dewreyê li şervanan pîroz kir û wiha got:“Em bi dawîkirina vê dewreya perwerdeyê li hemû jinan û li gelê xwe pîroz dikin. Di nava vê pêvajoya awarte de bi dawî kirina perwerdê serkeftinek mezin e û em bawerin ku her şervanek li cihê biçê de wê bi erk û berpirsyariyên demê rabe”.

‘Em li ser çanda berxwedanê mezin bûn’

Her wiha fermandar Leyla Waşokanî bi van gotinan bal kişande ser gevên dagirkeriya Tirk: “Em wek Yekîneyên Parastina Jin, herdem amade ne ku gelê xwe biparêzin û em ê destûr nedin ku dijminê me bi rihetî bikeve xaka me. Em wekî jin û gelê Rojhilata Navîn li ser çanda berxwedaniyê mezin bûn û em ê vê çanda xwe heya serkeftinê bidomîn in”.

Piştî şervanan soz dan ku ew ê welatê xwe û xaka xwe heya serkeftinek mayînde biparêzin, merasîma leşkerî bi dirûşmeya; “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

‘Em ê li ser şopa heqîqêtê li berxwe bidin’

Şervanên ku dewreya xwe ya perwerdehiyê bi dawî kirin anîn ziman ku ew ê bi rengek herî aktîf tevlî nava refên YPJ’ê bibin û ew ê li ser şopa heqîqetê li berxwe bidin

ANHA