Şêx êlên Girê Spî piştgiriya xwe bi QSD'ê re teqez kirin

Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD'ê bi koordîneya Meclisa Kantona Girê Spî bi armanca nîqaşkirina rewşa dawî, bi şêx û rûspiyên êlên kantona Girê Spî re civiyan.

Şêx êlên Girê Spî piştgiriya xwe bi QSD'ê re teqez kirin
25 kanûn, 2018   15:56

GIRÊ SPÎ

Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD'ê bi koordîneya Meclisa Kantona Girê Spî bi armanca şîrovekirina pêşketinên siyasî yên dawî îro bi şêx û rûspiyên êlên kantona Girê Spî re civiya.

Di civînê de cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid û endamê rêveber ê Buroya Têkiliyên Giştî yê QSD'ê Kanî Kobanê axivîn û geşedanên dawî li Sûriyê li ser her du astên siyasî û leşkerî ji beşdaran re şîrove kirin.

Girêdayî biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, Kanî Kobanê û Hemdan El-Ebid tekez kirin ku ew biryar di şerê wan li hember terorê de tu ferq çênake û gelên herêmê xwedî xak in û dê dest jê bernedin.

Her duyan tekez kirin ku armanca Tirkiyê dagirkirina xaka Sûriyê ye û koçberkirina şêniyên wê ne.

Ji aliyê xwe ve, şêx û rûspiyên êlên kantonê destnîşan kirin ku ew bi xaka xwe ve ya ku bi saya xwîna şehîdan hatiye avdan girêdayî ne û diyar kirin ku ew ê li rex QSD'ê di xendekê de bisekinin.

Civîn bi avakirina 3 komîteyan bi dawî bû. Erka van komîteyan ew e ku bi şêniyên kantonê, gundewaran re bicivin û ji wan re pêşdeçûnên siyasî li herêmê şîrove bikin.

(şx)

ANHA