Di merasîma şehîd de: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin

Şêniyên Minbicê û herêma Babê cenazeya şervanê Meclisa Babê ya Leşkerî Ebdullezzîz El-Hilal, dema ku li ser erka xwe bû, şehîd bûbû oxir kirin.

Di merasîma şehîd de: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin
Di merasîma şehîd de: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin
Di merasîma şehîd de: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin
Di merasîma şehîd de: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin
Di merasîma şehîd de: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin
Di merasîma şehîd de: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin
Di merasîma şehîd de: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin
25 kanûn, 2018   16:24

MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbicê û welatiyên Babê yên li Minbic û gundewarên wê dimînin û bi dehan ji endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê beşdarî merasîma şehîd El-Hilal bûn.

Girseya gel cenaze ji nexweşxaneya wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li gorisatna şehîdan merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre, bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Ibrahîm El-Xelef axivî û sersaxî ji malbata şehîd xwest û diyar kir ku cîhan bi çavên xwe dibîne Erdogan  li hember hêza ku DAIŞ`ê têk bir, gefên êrîşkirinê dixwe.

Piştre bi navê Meclisa Babê ya Leşkerî Ardal Mihemed jî axivî û got:”Divê em mûma ku şehîdan bi canê xwe vêxistine û rêya me ronê kirine,  biparêzin û li ser şopa wan bimeşin û deskeftiyên wan ku bi saya wan hatine bidestxistin, biparêzin.”

Her wiha bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xilo axivî û got:”Em sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd re dixwazin. Temenê azadiyê giran buhaye, lewra ciwanên me canê xwe di vê oxirê de didin.”

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Farûq El-Maşî Bi navê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  da zanîn ku bi saya şehîdan, Minbic, Tebqa û Reqa ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.

Mihemed Ebû Şeban jî bi navê malbata şehîd spasiya kesên ku beşdarî merasîmê bûne kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Mihemed wesîqeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Di dawiya merasîmê de, cenazeya şehîd bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.

(ekîb)

ANHA