Li Şehbayê çalakiyên ciwanan

Di bin silogana "Erê ji jiyanê re, na ji hişbiran re " Tevgera Ciwanan a Şoreşger a Sûriyê li kantona Şehba du çalakî bi beşdarbûna dehan ciwanan li dar xistin.

Li Şehbayê çalakiyên ciwanan
Li Şehbayê çalakiyên ciwanan
Li Şehbayê çalakiyên ciwanan
Li Şehbayê çalakiyên ciwanan
25 kanûn, 2018   15:53

ŞEHBA

Herdu çalakî li lîstgeha gundê Babinsê ya navçeya Fafin a kantona Şehbayê, bi beşdarbûna dehan ciwan ji pêkhateyên Ereb û Kurd hatin lidarxistin.

Çalakiya yekem bi semînerekê li ser  bandora madeya hişbirê û ekolê û bandora wê li ser ciwanan destpê kir.

Ji rêveberên Tevgera Ciwanan a Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zeredeşt sedemên hemleya hişyarkirinê û got: Ev hemle ji bo pêşîlêgirtina madeya hişbirê ye û divê em ciwanan ji vê diyardeyê biparêzin.  Ji ber armanca dewletên desthilatdar ku ciwanan  ji civakê  dûr bikevin.”

Her wiha Reşîd Hesen jî destnîşan kir ku madeya hişbirê civakê  ji aliyê aborî, tenduristî û civakî  ji hev dixe û zirarê digihîne laşê mirovan.

Reşîd diyar kir ku madeya hişbirê dihêle ferd ji kevneşopiyên civakê dûr bikeve, lewra divê hemû civak li hember vê diyardeyê bisekine, ji ber dijmin bi gelek rêbazan civakê ji hev qut dike.

Turnuveyek hate destpêkirin

Çalakiya duyemîn jî, Yekitiya Werzîşê bi koordîneya bi Tevgra Ciwanên Şoreşger a Sûriyê turnuveyek bi navê “Biratiya Gelan” bi beşdarbûna 12 tîman dest pê kir.

Maça yekem di navbera Tîma  Efrîn û  Tîma Çiya li lîstgeha El-Xumasî ya gundê Babinsê dest pê kir.

Di dawiya maçê de, tîma Efrînê 9 noqteyan li hemberî du noqteyên tîma Çiya biserket.

Li gorî Rêveberiya Yekitiya Werzîşê wê tunuve heta 18`ê Çile dewam bike.

(ekîb)

ANHA