`Tenê biryarek heye, ew jî berxwedan e`

Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînor li dijî dagirkeriya Tikiyê ket roja heftemîn. Îro jî şandeyek ji jinên Alman, partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û gelek şêniyên bajarê Hesekê beşdarî konê çalakiyê bûn.

`Tenê biryarek heye, ew jî berxwedan e`
`Tenê biryarek heye, ew jî berxwedan e`
`Tenê biryarek heye, ew jî berxwedan e`
`Tenê biryarek heye, ew jî berxwedan e`
`Tenê biryarek heye, ew jî berxwedan e`
25 kanûn, 2018   13:05

HESEKÊ

Çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînor dewam dikin. Şênî wek mertalên zindî li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê sekinîne û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Di çalakiyê de hevserokê meclisa bajarê Hesekê Ebdilxenî Oso axivî û wiha got: "Em li dijî dijminatiya Tirkiyê û gefên wê sekinîne, tenê biryareke me heye, ew jî berxwedan e."

Oso da xuyakirin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz da ku ew ê li dijî hemû êrîşên ji derve bisekinin. Ebdilxenî Oso wiha got: "Şênî berxwedaneke mezin didin meşandin. Roj roja berxwedanê ye û tiştê ku îro rû dide, dîrok dinivîse."

Her wiha endamê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Azad Berazî jî axivî û wiha got: "Divê hemû gelê Sûriyê li pêşiya êrîşên dijmin ku dagirkeriya Tirkiyê bi serkêşiya AKP`ê û Erdogan dixwaze derbeyê li destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe, bisekinin."

(jo)

ANHA