Şêniyên Tebqayê şehîdên Ceyş El-Siwar oxir kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqa û gundewarên wê cenazeyên 2 şervanên hêzên Ceyiş El-Siwar ên di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûne li goristana şehîdan a Tebqayê oxir kirin.

Şêniyên Tebqayê şehîdên Ceyş El-Siwar oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên Ceyş El-Siwar oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên Ceyş El-Siwar oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên Ceyş El-Siwar oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên Ceyş El-Siwar oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên Ceyş El-Siwar oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdên Ceyş El-Siwar oxir kirin
25 kanûn, 2018   14:03

TEBQA

Şêniyên Tebqayê cenazeya şehîd Hisên Abdullcebar (Ebû Sarî) û şehîd Elaa El-Xewlî (Qeyser) ji Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê wergirt. Bi sedan şêniyên herêmê, hêzên leşkerî û ewlehiyê tev li merasîmê bûn.

Li goristanê merasîm bi rêzigirtin dest pê kir, her wiha şervanên YPJ`ê û QSD`ê toreneke leşkerî li dar xist.

Di merasîmê de ji rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdullkerîm Îbrahîm axivî û destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina xakê ji zilm û zora terorîstan şehîdan rêya berxwedanê hilbijart û di oxira wê de canê xwe feda kir.

Her wiha yek ji fermandarên QSD`ê Omîd Gabar axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Fermandarê giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed El-Sulatan jî axivî û diyar kir u şehîd rûyê rast ên şoreşê ne, şoreş bi saya têkoşîna şehîdan didome, terorîstan şer li ser wan ferz kirin û ew ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin û parastina gelê herêmê bikin.

Paşê wesîqetên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA