Li Serêkaniyê Cejna Noelê hate pîrozkirin

Xiristiyanên bajarê Serêkaniyê Cejna Noelê ku dikeve 25`ê meha Kanûnê pîroz kir.

Li Serêkaniyê Cejna Noelê hate pîrozkirin
Li Serêkaniyê Cejna Noelê hate pîrozkirin
Li Serêkaniyê Cejna Noelê hate pîrozkirin
25 kanûn, 2018   12:50

HESEKÊ

Îro bi dehan xiristiyanên herêma Serêkaniyê berê xwe da Dêra Dayika Meryem a Ortodoks da ku Cejna Noelê li gorî rê û resmên xwe pîroz bikin.

Ji aliyê xwe ve qeşeyê Dêra Dayika Meryem, Mîxêl Şemûn li ser girîngiya Cejna Noelê axivî û hêvî kir ku cejn bibe sedema aştî û aramiyê. Her wiha gelek kesayetên ji hemû pêkhate û olan tev li pîrozkirina cejnê bûn.

ANHA