Keşe Xûrî: Divê em bi yekdest li dijî gefên Tirkiyê bisekin in

Keşeyê bi navê Seman Xûrî diyar kir ku wê hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrîşên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û got,"Divê em rojî bigrin û nimêj bikin da ku aramî, ewlehiya herêmê, jiyana hevbeş bidome û dagirkeriya Tirkiyê ji herêmê dûr bike." 

Keşe Xûrî: Divê em bi yekdest li dijî gefên Tirkiyê bisekin in
25 kanûn, 2018   12:25

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Suryanên herêma Cizêrê di van rojan de ceja Noelê pîroz dikin. Di pîrozbahiyê de hêviya aramî û ewlehiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hate xwestin.

Di nimêja ku li dêra Mereym El-Ezraa ya navçeya Tirbespiyê hate hate kirin. Keşeyê bi navê Seman Xûrî ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Keşe destnîşan kir ku li herêma Cizîrê aramî û ewlehî heye, hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi hevre dijîn û bi yekitiya xwe dê li pêşiya destwerdanên derve dîwarekî xurt ava bikin.

‘Divê li hemberî dagirkeriyê yekêtî were avakirin’

Keşe Seman Xûrî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, ev yek ewrekî tariye li ser herêmê ku wê derbas bibe û wiha anî ziman,"Divê li beramberî gefên dagirkeran yekitî were avakirin. Divê em rojî bigrin û nimêj bikin da ku aramî, ewlehî û jiyana hevbeş li herêmê bê parastin û dagirkeriya Tirkiyê ji herêmê dûr bikeve."

‘Em li hêviya derbasbûna xeteriya dagirkeriyê ne’

Keşe di dawiya gotinên xwe de cejna Noelê li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir, hêviya jiyana hevbeş û aştiyê ji hemû pêkhateyan re xwest. Keşe Xûrî got ku ew bi hêvîye wê hemû xeteriyên li ser herêmê derbas bibin û herkes li gorî pîvanên neteweya demokratîk bi hevre bijîn.

 (bx)

ANHA