Li Musilê teqîn, kuştî û birîndar hene

Malpera"Bexdad El-Yewm" ragihand ku, çavkaniyekî ewlehiyê got ku,  di encama teqandina erbeyek bombebarkirî de ku li sûka rojavayê Musilê teqiya herî kêm 15 kuştî û birîndar hene.

Li Musilê teqîn, kuştî û birîndar hene
25 kanûn, 2018   12:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya navenda çapemeniya ewlehiyê malpera "Bexdad El-Yewm" ragihand ku, di teqîna ku li sûka gelerî ya Til Eref a dikeve rojavayê bajarê Musilê de herî kêm 15 kuştî û birîndar hene.

Malperê destnîşan kir ku, heta niha ti alî êrîş negirtiye ser xwe.

Li gorî serjimariya şandeya NY‘yê ya Iraqê (UNAMI) ku diyar kiriye, di êrîşên terorî û îşkencî de ya meha borî de pêkhatine 41 kuştî û 37 birîndar hatin qeydkirin.