Çavuşoglu derewan nake!

Nabe ku daxuyaniyên Çavuşoglu ku dibêje Tirkiyê dikare bi tena xwe DAIŞ`ê tune bike, derew bibînin. Li gorî endamê Kongreya Amerîkayê diyar kir ku tunekirina terorê tenê bi guhertina cil û bergan e.

Çavuşoglu derewan nake!
25 kanûn, 2018   12:17

EKREM BEREKAT

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro îdia kir ku "Hêza wan heye ku bi tena serê xwe DAIŞ`ê li Sûriyê tune bikin". Eger em li daxuyaniyên Çavuşoglu û dîroka Tirkiyê ya nêz binêrin, em ê bibînin ku dikare DAIŞ`ê îro tune bike yan jî di 2 seatan de tune bike, her wekî bajarê Cereblus di 2 seatan de dagir kir.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiye dixwaze bibe striyek di qirika gelê Sûriyê de. Di destpêkê de Tirkiyê piştgiriya çeteyên koma Sultan Mûrad kir ku di salên 2013 û 2015’an de gelek komkujî der heqê şêniyên bajarê Helebê û derdora wê de pêk anîn, paşê Lîwa Silêman Şah, Lîwa Sultan Melîk Şah, hêzên Elib Erselan, lîwa Sultan Mihemed El-Fetah, Firqêt El-Hemza, Cebhe El-Şemiyê heta çeteyên Cebhe El-Nusra û paşê jî çeteyên DAIŞ`ê ku di 29`ê Tîrmeha 2014`an de xwe ragihand. 

Bi awayekî eşkere Tirkiyê piştgiriya DAIŞ`ê dikir, gelek belge û îsbat hatin dîtin. Nivîskar û rojnamevanê Misrî Mistefa Bekrî di 4`ê Adara 2015’an de bi daxuyaniyekê ji dezgehên çapemeniyê re da zanîn ku Tirkiye yekemîn welat e ku deriyê xwe ji DAIŞ`ê re vekir û wiha got: "Her kes dizane ku alîkariyên lojîstîk ji rêxistina DAIŞ`ê re li ser xaka Tirkiyê pêk tên û bi perspektîfên serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêk tên."

Di wan deman de Mistefa Bekrî destnîşan kir ku daxuyaniyên Erdogan ên li ser DAIŞ`ê mirov dikenînin û matmayî dike, ji ber ku Tirkiyê bi xwe derî ji DAIŞ`ê re vekir û ew perwerde kirin û li welatê xwe ew derman kirin.

Bekrî da zanîn ku tiştê herî berbiçav ew e ku hevkariya Tirkiyê û Erdogan heye, bi hevpeymana Tirkiye û DAIŞ`ê di Kanûna 2014`an de 39 dîplomatên Tirkiyê hatin berdan,  beramberî ku endamên DAIŞ`ê û belgeyên leşkerî li cem Tirkiyê hatin berdan, ev hemû nakokiya Tirkiyê bi DAIŞ`ê re eşkere dikin.

Eger em vegerin daxuyaniyên Çavuşoglu û dîroka pir nêz, di sala 2016 û tayebt di 24`ê Tebaxê de di 2 seatan de tiştê li Cereblûsê rû da, Tirkiyê mîna wezîrê xwe Çavuşoglu îdia kir ku wan di 2 seatan de Cerablus ji DAIŞ`ê rizgar kir. Her kesî dizanibû ku di wan deman de zêdetirî 20 hezar çeteyên DAIŞ`ê di Cerablusê de ne û zêdetirî 5 hezar birîndar hebûn. Ew birîndar di 12`ê Tebaxa 2014`an dema ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê bajar rizgar kir, birîndar bûn.

Pir kes pirs dikin; ev 20 hezar çete bi ku ve çûn û ka cenazeyên wan? Ajansa Anadolu ku berdevka Erdogan û hikumeta wî ye, bi rêya dîmenek e bi dirêjiya dîmen 5 deqe, bersiva pirsan da, di dîmenan de şanoya dagirkirina Cerablusê baş tê dîtin.

Dagirkirina Tirkiyê ji Cerablusê re tenê çalakiya guhertina cil û bergan bû. Endamê Kongreya Amerîkayê di Partiya Komarparêz de û endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya kongreyê Thomas Garrett di 22`yê Cotmehê de serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi hemû nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevdîtin kirin û hin şêniyên herêma Cerablusê dîtin. Di 19`ê Kanûnê de li pêşiya kombûna Kongreya Amerîka wiha got: "Min hin çîrok bihîstin, ka çawa artêşa Tirk ket Cerablusê bi armanca şerê DAIŞ`ê û tunekirina wê, DAIŞ`ê tenê kincên xwe guhertin, niha jî li Tirkiyê ne û bi hin kincên din û navên cuda bi Tirkiyê re kar dikin.”

Ji bo wê em nikarin daxuyaniyên Çavuşoglu ku Tirkiye bi tena serê xwe dikare DAIŞ`ê tune bike derew derxin, ji ber ku çalakiya tunekirina wan, tenê bi guhartina cil û bergan e.

(jo)

ANHA