Umîd Gabar: QSD`ê hêza xwe ji gelê xwe digire

Ji fermandarên QSD`ê Umîd Gabar: Çavên Tirkiye, Rûsya û Îranê li dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û teqez kir ku zarokên herêmê dê li hember tevahî dagirkeran bisekinin.”

Umîd Gabar: QSD`ê hêza xwe ji gelê xwe digire
Umîd Gabar: QSD`ê hêza xwe ji gelê xwe digire
Umîd Gabar: QSD`ê hêza xwe ji gelê xwe digire
Umîd Gabar: QSD`ê hêza xwe ji gelê xwe digire
23 kanûn, 2018   16:08

TEBQA

Buroya Têkiliyên giştî ya QSD`ê û Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk Tebqayê ji şêniyên navçeyên rojhilatê Tebqayê civînek lidar xistin. Di civînê de, rewşa dawî ya herêmê û navdewletî  hate nirxandin.

Civîn li navenda têkiliyên giştî ya leşkerî li gundê Hemam a rojhilatê navçeya El-Mensûra hat lidarxistin û ji fermandarên QSD`ê Umîd Gabar, rûsipiyên êl û eşîran, Hevserokatiya Komîteya Têkiliyên Giştî û bi dehan endamên saziyên sivîl û şêniyên gundên El- Mensûra weke:Hinêd, El-Hemam, El-Barûde, El- Sehel û Ebû Qibîe Rojhilat û Rojava beşdar bûn.

Umîd Gabar di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa Sûriyê û got:”Sedema serke ku şoreş rabûye ji ber  zilma ji siyaseta Baas a ku ferq û cudahî dixist navbera pêkhateyên Sûriyê. Piştre  şoreş bi destê hêzên derve û hevkarên wan veguhrî kaosê.”

Gabar teqez kir ku QSD`ê hêza xwe ji gelê xwe digre.

Girêdayî mijarê û biryara kişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê Gabar got:”Em pişta xwe nadin tu aliyan, ji bilî gelê xwe û heya roja îro Koalîsyona Navdewletî li vir e û  piştgiriya  lojistî û bi ezmanî destekê dide hêzên di qadên şer de.”

Civîn bi pirs û bersivan bidawî bû.

(ekîb)

ANHA