Li Reqayê rewşa dawî ya herêmê hate nirxandin

Kesayetên siyasî û rêveber ên bajarê Reqayê gotin dijminên gelan ji projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê ditirsin. Her wiha teqez kirin ku gel û QSD'ê dikarin destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatiye bidestxistin biparêzin.

Li Reqayê rewşa dawî ya herêmê hate nirxandin
Li Reqayê rewşa dawî ya herêmê hate nirxandin
Li Reqayê rewşa dawî ya herêmê hate nirxandin
Li Reqayê rewşa dawî ya herêmê hate nirxandin
Li Reqayê rewşa dawî ya herêmê hate nirxandin
Li Reqayê rewşa dawî ya herêmê hate nirxandin
23 kanûn, 2018   15:50

REQA

Bi armanca gotûbêjkirina pêşdeçûnên dawî ku li Sûriyê rû didin, Meclisa Sûriye Demokratîk bi koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê civînek li hola El-Tac li dar xist.

Kesayetên siyasî ji Meclisa Sûriye Demokratîk, endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, endamên saziyên Reqayê û bi dehan şêniyên bajêr tev li civînê bûn.

Rayedarê Komîteya Jinûve Avakirinê yê bajarê Reqayê Abdullah El-Eryan axivî û got:"Em terora DAIŞ'ê li ser gelê me li Reqa û Sûriyê ji bîr nakin. Gelên me ji bo rizgarkirina bajêr şehîd dan û QSD'ê şerê DAIŞ`ê kir.”

Ji aliyê xwe ve hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen El-Mistefa axivî û ev tişt anî ziman:"Di warê siyasî de li ser qada Sûriyê guhertinên mezin rû didin. Ji vir ji bajarê Reqayê em ji cîhanê re dibêjin me ji tu dewletekî nexwestiya ku mudexeleya leşkerî bike. Bajarê Kobanê mînaka berxwedana hêzên me li dijî DAIŞ'ê ye. Reqa peytexta DAIŞ'ê bû, lê îro bi saya serkeftin û fedekariyên hêzên me yên leşkerî em jiyanek demokratîk dijîn."

Di berdewama gotinên xwe de El-Mistefa gefên Tirkiyê li dijî herêmê birbîr xist û diyar kir ku Tirkiye aloziyek aborî dijî, lewra dixwaze aloziya xwe derbasî dewletên cîran bike.

Hevserokê Komîteya Têkîliyan a MSD'ê Cîhad Umer axivî û got:"Wek MSD'ê ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyê me têkiliyên xwe bi tu aliyek siyasî re qut nekir. Îro em amade ne bi dewletên ku aştiyê ji Sûriyê re dixwazin bicivin."

Endama Rêveberiya Jin a Reqayê Zelîxe Ebdî jî destnîşan kir ku gelê Firatê bi jin, mêr û ciwanên xwe ve spasiya projeya demokratîk a ku Reqa ji DAIŞ'ê rizgar kiriye dikin û wiha dewam kir:"DAIŞ'ê jinên me li sûkên koletiyê de firotin. Îro jina Firatê ji bo civaka xwe têdikoşe û serkeftina wê peyama herî mezin ji Erdogan re ye û em ê ji wan re isabt bikin ku em civakek bi hêz in û dikarên xwe bi xwe birêve bibin."

Di dawiya axaftina xwe de Zelîxe diyar kir ku dijminên gelê herêmê ji bo têkbirina projeya demokratîk lihev dikin, lê ev proje wê bi serkeve ji ber ku gelê herêmê serkeftî ye û dê hêviyên şehîdan bînin cih.

Civîn bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana QSD'ê û banga azadî û demokrasiyê bi dawî bû.

(şx)

ANHA