Meşa jinên Tebqayê bi dawî bû

Meşa jinên Tebqayê ya dirêj ku bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Meşa jinên Tebqayê bi dawî bû
Meşa jinên Tebqayê bi dawî bû
Meşa jinên Tebqayê bi dawî bû
Meşa jinên Tebqayê bi dawî bû
23 kanûn, 2018   16:15

TEBQA

Piştî derbaskirina zêdetirî 17 km meşa jinên Tebqayê ya ku ji gundê Hinêdî li rojhilataê bajarê Tebqayê destpê kiribû, gihîşt bajarê Tebqayê û jinan berê xwe dan avahiya Rêveberiya Jin a Tebqayê. Li avahiya rêveberiyê bi dehan jinên Tebqa û endamên jin ên saziyên sivîl meşa jinan pêşwazî kirin.

Meş veguhrî mitingê. Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Rewşen Hemê axivî û meşa jinan silav kir û got:"Di dema ku QSD'ê pêngava leşkerî ji bo qewirandina DAIŞ'ê ji Dêrazorê didomîne, Erdogan derdikeve û gefa êrîşan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê ya ku di bin banê projeya Neteweya Demokratîk de hatiye pêk anîn, dixwe."

Her wiha bi navê Rêveberiya Jin a Tebqa endama rêveber Huda El-Elî axivî û jinên Tebqayê yên ku tev li meşê bûne silav kir û got: "Em ji kujerê serdemê û dijminê mirovahiyê re dibêjin ji her destpêkekê re dawiyek heye. Dawiya me serkeftinê lê dawiya dijminê me bi saya berxwedana gelê me û fedekariyên şehîdan êdî nêz maye."

Piştî bi dawîbûna axaftinan jinan solganên 'Mirin ji faşîzmê re', 'Mirin ji Erdogan re', 'Bijî biratiya gelan' berz kirin.

(şx)

ANHA