‘Tevî hemû gefan jî em ê projeya neteweya demokratîk biparêzin’

 Di merasîma vekirina firneya bajarokê Ceza de şêniyan diyar kir ku ew di qonaxeke girîng re derbas dibin û ev qonax, qonaxa avakirin û sazkirinê ye û wiha got: "Tevî hemû gef û êrîşên faşîst û şerê derûnî em ê projeya neteweya demoratîk û hemû destkeftiyên vî gelî biparêzin.”

‘Tevî hemû gefan jî em ê projeya neteweya demokratîk biparêzin’
‘Tevî hemû gefan jî em ê projeya neteweya demokratîk biparêzin’
‘Tevî hemû gefan jî em ê projeya neteweya demokratîk biparêzin’
‘Tevî hemû gefan jî em ê projeya neteweya demokratîk biparêzin’
‘Tevî hemû gefan jî em ê projeya neteweya demokratîk biparêzin’
‘Tevî hemû gefan jî em ê projeya neteweya demokratîk biparêzin’
‘Tevî hemû gefan jî em ê projeya neteweya demokratîk biparêzin’
‘Tevî hemû gefan jî em ê projeya neteweya demokratîk biparêzin’
23 kanûn, 2018   13:45

QAMIŞLO

Li gorî pêdiviya şêniyên bajarokê Ceza yê girêdayî kantona Qamişlo, Komîteya Firneyan firneyek li bajarok vekir. Tê payîn ku firne hewcedariya 52 gundan a nan dapîn bike.

Firne hefteyê 4 rojan dê bixebite û di her rojekê de dê 2 ton nan bê çêkirin. Di firneyê de 18 kes dixebitin.

Piştî peydakirina hemû alavên firneyê û avakirina wê ku salekê dom kir, di 22‘yê Kanûnê de bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajêr û hevserokên herêma Qamişlo Nûr El-Eylan û Selman Şêxî û endamên Komîteya Firneyan a kantona Qamişlo firne bi merasîmekê  hate vekirin.

Hevserokê herêma Qamişlo Selman Şêxî di merasîma vekirinê de diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema serweriya komên çete de rastî talanê hatin. Şêxî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî rizgarkirina herêmê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû derfetên xwe xwestekên welatiyên herêmên rizgarkirî yên Ceza û gudewarên wê peyda kirin.

Rêveberê firneyê Muhened Şehlan El-Husên got ew îro di pêvajoyeke hesas re derbas dibin û ew jî merheleya avakirinê ye. Tevî ku gef û êrîş gur in jî dê projeya xwe ya neteweya demokratîk bidomînin.

Şêniyên bajêr kêfxweşiya xwe ji yekemîn firneyê re diyar kir û ji bo dabînkirina pêdiviyên wan spasiyên xwe ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re raber kirin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, dayikên şehîdan firne vekir.

ANHA