Çeteyên dewleta Tirk êrîşî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li ser çemê Sacûr bi çekên giran kirin hedef. Topbaran nêzî 15 deqeyan berdewam kir.

Çeteyên dewleta Tirk êrîşî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir
23 kanûn, 2018   13:29

MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji nuqteyên xwe yên li gundê Ereb Hesen ê rojavayê Minbicê, nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li ser çemê Sacûrê bi çekên giran kirin hedef.

Meclisê diyar kir ku topbaranê nêzî 15 deqeyan berdewam kir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyên Dirî El-Firat ên ku alîkariya xwe ji dewleta Tirk werdigirin, nuqteyên şervanan ên li ser xeta Sacûr bi çekên giran kirin hedef. Her wiha hate diyarkirin ku çeteyan ji gundê Ereb Hesen ê rojavayê bajarê Minbicê hewl daye êrîşî nuqteyên şervanan bike.

(bx)

ANHA