Xerîb Hiso: Eger êrîşên Tirkiyê pêk werin, civaka navneteweyî berpirs e

Xerîb Hiso got eger êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin, civaka navneteweyî dê jê berpirsyar be.

Xerîb Hiso: Eger êrîşên Tirkiyê pêk werin, civaka navneteweyî berpirs e
23 kanûn, 2018   13:51

HESEKÊ

Hevserokê Desteya Rêveberiya TEV-DEM`ê Xerîb Hiso di konê çalakiyê yê li bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê de axivî.  Hiso destnîşan kir ku bajarê Serêkaniyê bajarê berxwedanê ye û gelek destanên lehengiyê pêk anîn û wiha got: “Helwesta gelê me yê Bakurê Sûriyê em silavên xwe lê dikin. Helwesta wan bi şoreşa demokratîk li Bakurê Sûriyê pîroz e. Têkoşîna we ya îro berhema berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyê ye.”

Hiso diyar kir ku ev helwest hevgirtina berxwedana Serêkaniyê ya li dijî terorê dide nîşandan û wiha pê de çû: “Şoreş wiha tê avakirin, bingeha exlaqî û wijdanî bingehên şoreşan in. Bi berxwedanê em ê bigihîjin armancên xwe.”

‘Em pişta xwe nadin tu dewletan’

Hiso axaftina xwe wiha pê de bir: “Nabe ku em pişta xwe bidin dewletên derve, divê em pişta xwe didin îradeya xwe, armanca wan şikandina îradeya gelan e, lê em nahêlin."

Hiso diyar kir ku destkeftî bi saya kedê pêk hatin û wiha got: "Me şoreş li ser esasê exlaq ava kir, em ê bi ser bikevin bêyî ku em pişta xwe bidin tu kesî."

Der barê metirsiya navneteweyî ji vekişandina Amerîkayê de Xerîb Hiso wiha got: "Dewlet ji  ber biryara Amerîkayê dbi xof in, lê kombûna me û têkoşîna me li vir delîlê wê yekê  ye. Ji mafê me ye ku em parastina xwe bikin, tenê berxwedan rêya serkeftinê ye. Hin şande hene ku bi dewletên Ewropayê re dicivin û hin name hene ji hemû dewletan re tên şandin ku gel ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ve rastî xetereyê û tunekirinê tên."

(jo)

ANHA