Şêniyên Dirbêsiyê piştgirî da konê xwepêşandanê ya Serêkaniyê

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê berê xwe da herêma Serêkaniyê ku beşdarî konê çalakiya mertalên zindî bibin.

Şêniyên Dirbêsiyê piştgirî da konê xwepêşandanê ya Serêkaniyê
Şêniyên Dirbêsiyê piştgirî da konê xwepêşandanê ya Serêkaniyê
Şêniyên Dirbêsiyê piştgirî da konê xwepêşandanê ya Serêkaniyê
Şêniyên Dirbêsiyê piştgirî da konê xwepêşandanê ya Serêkaniyê
21 kanûn, 2018   10:04

HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelê Serêkaniyê konê xwepêşandanê li ser sînor daniye. Çalakî ku ket roja xwe ya sêyemîn. Îro jî şêniyên navçeya Dirbêsiyê tev li çalakiyê bûn.

Bi dehan şênî li geraca navçeyê kom bûn û berê xwe da herêma Serêkaniyê.

Şêniya bi navê Osîle Emîn têkildarî gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan axivî û wiha got: “Em îro berê xwe didin bajarê Serêkaniyê ku gefên serokkomarê Tirkiyê Erdogan ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin. Em ê her tim li pêşiya Erdogan li ber xwe bidin û nahêlin axa me ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, dagir bikin.”

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Îsmaîl Mihemed gefên Tirkiyê şermezar kirin û wiha got: “Tiştekî nû em li ser dewleta Tirk nas bikin tune ye, ji berê de her kes dizane ku hêzeke dagirker e, lê me bi xwîna zarokên xwe, axa xwe rizgar kir, dê Tirkiye bi bin bikeve.”

(jo)

ANHA