Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi malbatên 3 girtiyên din ên li Îmralî dimînin re ji bo hevdîtinê bi girtiyan re serlêdan Serdozgeriya Cumhuriyetê ya Bursayê kirin.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
21 kanûn, 2018   10:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Ocalan Mehmet û xwişka wî Fatma bi malbatên 3 girtiyên din re, bi navberkariya parêzeran ji bo hevdîtinê bi girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê re çêbikin serdana Serdozgeriya Cumhuriyetê ya Bursa yê kirin.

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 11’ê Îlona 2016’an de bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî bû.